KOCAELÎ - Endama Kordînasyona KJA'yê Sara Aktaş a hate berdan bal kişand li ser greva birçîbûnê ya li girtêgehan wiha got: "Bi hezaran hevalên me li girtîgehan li ber xwe didin. Ji bo me girtîgeh cihê têkoşînî ye."
Endama Kordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Sara Aktaş ji Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê hat berdan. Aktaş ji girtîgenê ji aliyê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate pêşwazîkirin. Sara dema ji girtîgehê derket wiha got: "Ji bo me girtîgeh cihê têkoşînê ye. Bi vî rengî em nîşan didin ku nikarin îradeya jinan û ya gelê me bişikînin. Niha bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne û li ber xwe didin. Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan niha greva birçîbûnê ya bêdem ^udorveger heye. Ev grev di merhaleya krîtîk de ye. Li girtîgeha Kandirayê wekî tê zanîn hevserok, hevşaredar û parlamenterên me hene. Helweste her yek ji wan wekî abîdeya berxwedanê derbasî dîrokê dibin. Morala wan gelekî baş e û silavên xwe ji hemû kesan re dişînin."