AMED - Gelê Amedê ku bi rojan e amadekariya Newroze dikin, ji bo Newrozê pîroz bikin ji çar aliyê Amedê ve diherikin Qada Newrozê. Gelê Amedê bi tîrêjên rojê re bi silogana “Teqez em dê bi ser bikevin" berê xwe da Qada Newrozê û gel diherike qada Newrozê. Girseya ku hat qada Newrozê gavendê digerînin.
Li Amedê piştî bi rojan amadekariya Newrozê hat kirin, gel bi tîrêjên Rojê re, bi cil û bergên rengîn xwe xemilandin û berê xwe da Qada Newrozê. Gel ji zarok heta mezinan bi cilên rengîn xwe xemiladine û ji çar aliyên Amedê diherikin qada Newrozê. Piştî ji hemû taxên Amedê û navçeyên derdora Amedê gel berê xwe da qada Parka Newrozê, li qada Parka Newrozê ku pirozbahî pêk bê girse kom bû û dengê sloganan bilind dibe. Li qada Newroza ku di pêşengiya KCD, TJA, HDP, DBP'ê de bi silogana "Teqez em dê bi ser bikevin" tê lidarxistin, girse kom bû. Li qadê pankarta “Teqez em dê bi ser bikevin" hat vekirin. Her çend serê sibê ewr hebe jî gel dîsa bi rohahiya serê sibê ve ji tax û kolanên xwe berê xwe dan qada Newrozê. Li qada Newroza ku di sala 2013'an de bi xwendina Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bû sembola Newroza Çareseriya Demokratîk hemû amadekarî temam bûne û gel pêşwazî dike. Li qadê pankart hatin vekirin, qad bi rengê kesk, sor û zer hatiye xemilandin û pergala deng hatiye avakirin. Bername dê bi awayekî fermî saet di 11.00’an de dest pê bike. Welatiyên ku dixwazin di refê pêş ê Newrozê de cih bigirin sere sibê saet di 06.00'an de hatin li pêş nokteya kontrolê rawestiyan û li benda ketina qadê ne. Welatiyên ji navçe û bajarên derdorê hatin jî taştiya xwe li kêleka qadê kirin. Gel ji niha te li hemû kolanên ku dikevin qadên Newrozê kom bûne û li benda ketina qadê ne. Welatiyen ku li ketina deriyên qadê kom bûne bi cilên xwe yên rengîn balê dikişînin ser xwe. Gelê ku li ber deriyên ketina qadê rawestiyane li ber def û zurneyê fovend girtine û govendê digerînin. Girseya li ber derî kêlî bi gelî zêde dibe û coşa girsê her ku diçe mezin dibe. Govend her ku diçe fireh dibe û dengê dirûşmeyan her du diçe berz bilind dibe.
DÊ JI 5 NOKTEYAN TÊKEVIN QADÊ
Berî bername li qadê bê destpêkirin yekîneyên îmhaya bombeyan bi kuçikan li qadê û nava dikê geriyan û kad kontrol kirin. Dîsa bi detektorên mayînan li qadê li mayînan geriyan û kontrol kirin. Piştre hemû polîsên peywirdar derxistin dervê qada Newrozê. Piştî lêgerîna yekemîn bariyerek din hat avakirin û lêgerîna duyemîn hat avakirin. Girse piştî lêgerîna nokteyên ewil dê di 5 nokteyên kontrolê re derbasî Parka Newrozê bibin. Polîsan diyar kirin ku dê saet di 11.00'an de deriyên qadê vekin û girsê berdin qadê. Li qada Parka Newrozê ku tê payîn milyonek mirovc beşdar bibe. Her sal ji bo gel bêtir karibe bigêje qada Newrozê seferên taybet dihatin kirin, lê îsal piştî qeyûm tayînî Şaredariya Amedê hat kirin, bi biryara Qemûmê otobus nehatin amadekirin û mirovan nabin qada Newrozê. Rojnamegerên di saetên serê sibê de hatin qada Newrozê jî ji aliyê plîsan ve li kêleka qadê tên rawestandin. Polisan bi hinceta kartên akreditasyonê yên Komîteya Amadekar daye rojnamegeran derbas nabin, ew derbasî qadê nekirin û kartên rojnamegeran kom kirin.
Sefera Trêna Ekspres a Misircê ku her sal bi xwe re dimenên rengîn ava dike îsal hat betalkirin.
ARTÊŞA ÇAPEMENIYÊ LI QADÊ YE
Rêveberiyên partiyê yên birojan li qadê nobetê digirin, tekildarî qadê koordinasyonê ava dikin. Hemû kesên derbasî qadê bibin dê dê hem ji aliye polisan ve hem jî ji aliyê rêveberên partiyê ve di kontrola lêgerînê re derbas bibin û biçin qadê. îsal dê seyarfiroş derbasi qadê neyên kirin. Ji bo sed hezaran pergala deng hatiye avakirin û ji bo pêdiviyan 130 tuvalet û lavaboyên seyar hatin avakirin. Nêzî 400 rojnamegerên herêmî û neteweyî Newrozê dişopînin.