64 xwendekar ji xwarinê jehrî bûn

WAN - Li yurda xwendekaran a Zanîngeha Yuzuncu Yilê 64 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn.

L Wanê 64 xwendekarên li yurda Zanîngeha Yuzuncu Yilê dimînin ji ber xwarinê jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê. Xwendekarên ku li yurdê jehrî bûn piştî ku agahî dan ekîbên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyê. Xwendekar li nexweşxaneyê tên dermankirin, têkîldarî jehrîbûna xwendekaran lêpirsîn hat destpêkirin.