Leyla Guven: Hovîtiya li Şirnexê di derên cîhanê nehatiye kirin

ŞIRNEX - Heyeta KCD gelê Şirnexê ziyaret kir û piştgirî da gelê Şirnexê. Hevseroka KCD'ê Leyal Guven piştî li taxan geriya daxuyanî da û diyar kir ku wahşeta li Şirnexê hatiye kirin li tu deverên din ên cîhanê nehatiye kirin. Lê bila her kes zanibe ev têkoşîna me têk nabe."

Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku Hevserokê KCD Leyla Guven û Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê hatin Şirnexê. Heyet ji hêla Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Harîka Peker, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr hat pêşwazîkirin. Heyet desptêkê çû taxa Gazîpaşa taziye ziyaret kirin.

ÎRMEZ: HEMÛ BÎRANÊ MIN HILWEŞANDIN

Heyet çû navenda çarşıya ya sûkê ku niha hemû hatiye hilweşandin. Dema heyet çu cihê qadê du dayik amûrên xwe yên di bin molozan de maye kom dikirin. Guven, Îrmez û dayikên aştiyê jî alikariya dayikan hirî kom kirin. Îrmez li vir agahî da heyetê û wiha axivî: "Ev qada navenda Şirnexê ye û hemû dikan û xanî hilweşandin. Ez 28 salan li vir jiyame. Li her deverê bîranîkek min heye. Hemû bîranînê min şewitandin, hilweşandin. Ev qad dîroka bajêr bû. Dixwazin dîroka kurdan winda bikin."

Heyetê piştre esnaf ziyaret kir. Heyetê ewil Kolana Hunerê û esnafên vir ziyaret kir. Li pirsgirêk û daxwaziyên esnafan guhdar kirin û ji kolanê veqetiyan. Heyet dawiyê vegeriyan taxa Cûmhûriyetê û piştî çend malbat ziyaret kirin. Guven û heyetê di gerê de malbat jî ziyaret kirin û di serlêdana malan de hevkariya malbatan a kar kir. Dema dayikekê nanê sêle lêdixst, Guven jî xwe tevî karê wê kir û nanê sêlê lêxist û hest û karê wê parve kir. Heyetê piştî ziyareta malan û esnafan daxuyanî da. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li ser navê heyetê axivî.

'HOVÎTILA LI ŞIRNEXÊ LI TU DERÊN CÎHANÊ PÊK NEHATIYE

Guven diyar kir ku wahşeta li Şirnexê hatiye kirin li tu deverek cîhanê nehatiye kirin û got: "AKP bi çeteyên xwe êrîşî Şirnexê û bajarê me wêran kirin. Qedexeyê bi mehan berdewam kir. Gelê me bi tang û topan ji ji bajêr hatin derxistin. Lê gel dîsa bajar û warên xwe terk nekirin. Tevî hemû êrîşan li bajarê xwe xwedî derket. Em cangoriyên xwe bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em her tim li cem gelê Şirnexê û Botanê ne. Bila baş bizanin ku gelê kurd tu carî serê xwe li ber van zaliman natewîne. Heta niha me çawa di ber xwe da em dê dîsa di ber xwe bidin."

'EM TU CARÎ DEST JI BERXWEDANÊ BERNADIN'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Încî jî biryara berxwedanê anî ziman û got: "Bila dijmin baş bizane ku em tu carî dev ji berxwedanê bernadin. Em tu carî teslîm nabin. Bila kes nebêje Şirnex çû. Şirnex li ser piyan e. Em dê xurttir bibin. Bila mal biçe bila can neçe. An serkeftin an serkeftin Berxwedanajiyan e."

Heyetê piştre malbata Gerez a di 5'ê mijdarê de 3 zarokên wan bi teqemeniyên dewletê jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Heyet piştre vegeriya Amedê.