ARDAHAN - Li Ardahanê ji ber barîn û bahoza berfê li Bihureka Saharayê wesayît asê man. Gelek TIR mecbûr man ku vegerin Ardahanê.
Li Bihureka Saharayê ya ku navçeya Artvîn û Şavşat ên Ardahanê bi hev ve girê dide ji ber barîn û bahoza berfê wesayît asê man. Berfa ku ev 3 roje li bajar dibare bû sedema bahoza berfê.
Komên bejahiyê li ser riyên Ardahan-Artvîn û Ardahan-Posof destûr nadin wesayîtên mezin derbas bibin û wesayîtên biçûk jî bi zincîrkirî birê dikin. TIR’ê ku riya Ardahan Artvînê xwestin bikar bînin di rê de man. TIR mecbûr man ku ji riyê pêşiya xwe nabînin vegerin Ardahanê.