NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dersim, Sêrt û Êlihê Newroza bi şîara "Em ê teqez bi ser kevin" dest pê kir. Gel diherikin qadên Newrozê.
SÊRT
Li Sêrtê gel bi cilên xwe yên neteweyî serê sibehê ji malên xwe derketin û ber qada Newrozê ya li ser riya Dihê ve herikin. Gel bi du baskan ber bi qadê ve meşiyan û piştî lêgerînan ketin qadê. Jibilî navçeya navendî, navçeyên din, gund û bajarokan gel hatin qada Newrozê. Qad bi alên HDP û DBP'ê ve hatin xemilandin. Di saetên pêş de dê agir bê pêxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî welatiyên ku li taxan hatin cem hev kom bi kom ber bi qadê ve meşiyan. Jin bi cilên xwe yên neteweyî ve meşiyan qadê û qad bi alên kesk û sor û zer ên HDP û DBP'ê ve hatin xemilandin. Bi hezaran êlihî ji 3 baskan ber bi qadê ve meşiyan û ji lêgerînê hatin derbaskirin û ketin qadê. Welatiyên ku ketin qadê dest bi govendê kirin. Li qadê alên "Na" yi welatiyan hatin belavkirin. Coşa li qadê her diçe zêditir dibe.
DERSIM
Li Qada Seyîd Riza ya Dersimê ligel hemû astengiyên ku hatin kirin gel ji malên xwe derketin û ber bi qadê ve ketin rê. Ji navçeyan jî gelek kes ji bo Neworê hatin navenda bajar. Parlamenterên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Alîcan Onlu, ji ESP'ê îlke Başak Baydar, ji EMEP'ê Mehmet Turkmen, Şaredarê Mazgerdê Tekîn Turker jî dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Hunermend Hîvda Gokel û komên herêmî dê derketin ser dikê.