Amed wekî lehiyê diherike Newrozê

AMED - Gelê Amedê li gel hemû astengiyan ji çar aliyan bû lehî û diherike qada Parka Newrozê. Parka Newroza Amedê ku çavê hemû cîhanê li ser e, deriyê xwe ji sed hezaran re vekir. Piştî derî hatin vekirin deh hezar herikîn qadê û coşek mezin bilind bû.

Parka Newroza Amedê deriyê xwe ji sed hezaran kesên bi silogana "Teqez em dê bi ser bikevin" Newrozê pîroz bikin re vekir. Pişti deriyê qada Newrozê hat vekirin bi deh hezaran kesên li ber deriyan kom bûbûn herikîn qadê û coşek mezin bilind bû. Li qada ku her sal bi milyonan kes kom dibin û bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin deriyê qadê hat vekirin. Newroza ku çavê hemû cîhanê li ser e, piştî deriyê qadê vebûn bi deh hezaran kes di deriyan re derbasî qadê bûn û bi sed hezaran girse li qadê gihiştin hev.

Gelê Amedê ku di saetên serê sibê de bi ronahiya Rojê re ji kolan û taxan girse berê xwe dan qada Newrozê, piştî li ber deriyên qadê kom bûn û deriyê qadê hatin vekirin bi coş û girseyek mezin derbasî qadê bûn. Ji navçe û bajarên derdorê jî gel xwe bi cilên xwe yên Cejna Newrozê xemiland û herikîn Qada Parka Newrozê. Ji metropol û dervê welat jî bi hezaran kes û heyet hatin Amedê û derbasî Qada Parka Newrozê bûn. Li gel nava hefteyê ye gel eleqeyek pir mezin nîşanî pîrozbahiya Newrozê dide. Girseya ku ji çar aliyên tax û navçeyên Amedê û metrepolan berê xwe dan Qada Newrozê li qada Newrozê gihiştin hev û coşek mezin derket pêş.

GEL BI KASEYÊN KAMYONAN TÊN QADA NEWROZÊ

Piştî qeyûm, dest danî ser otobusên şaredariyê, gel bi derfetên xwe çareserî afirandin û bi maşîneyên xwe yên taybet û kazeyên kamyonan berê xwe dan qada Newrozê. Hemû otobus, dolmîş û maşîneyên taybet ketin xizmeta gel û gel dikişînin qada Newrozê. Otobusên taybet ên welatiyan li kolan û rawestgehan digerin û gel dikişînin qada Newrozê. Ji ber Qeyûmê dest danî ser otobusên şaredariyan ên gel, gel ket nava şewirmendî û piştevaniyê. Ji bar aliyên Amedê û taxên Amedê maşîneyên welatiyan bi ruhê hevparî û kolektif seferber bûne û gel dikişînin qada Newrozê. Welatiyên maşîne û qaseyên kamyonan tije dikin bi kiloganên “Bijî Newroz” û nîşaneyên serkeftinê diheriken qada Newrozê. Welatiyên li herêma Goristana Yenîkoyê li kaseyên kamyon û remorkên traktoran suyar bûn, bi coş û kelecanek mezin siloganan berz dikin û bala welatiyan dikişînin ser xwe. Bi hezaran welatî jî bi derfetên xwe dimeşin qada Newrozê. Li qada Newrozê ku ji niha de sed hezar kom bûn, kêlî bi hêli bi hezaran mirov lê zêde dibin û her deqe derdbas dibe bi hezaran kes li Qadê zêde dibe. Her kêlî derbas dibe coş û kelecana Newrozê zêde dibe. Girse kom bi kom wekî lehiye diherike qada Newrozê û bi kortaşan derbasî qadê dibin. Kortaj di 4 deriyên nokteyên kontrolê derbasî qadê dibin.

JI SÛR Û REZAN TEVLÊBÛN ZÊDE YE

Heri zêde ji navçeyên Sûr û Rezan girse diherike Qada Parka Newrozê. Ji Sûrê ku qedexe û dorpêça hêzên dewletê hêj li ser taxên wê didome, herî zêde girse kom bûn û bi girseyî dimeşin qada Newrozê. Girse bi sloganên "Bijî Newroz" "Bijî Serok Apo" berz dikin û dimeşîn Parka Newrozê. Gelê Sûrê bi cilên xwe yên rengîn ên kesk, sor û zer bi maşîne û meş diherin Newrozê. Li navçeya Rezan jî coş di asta herî jor de ye. Girse kom bi kom bi silogan û nîşaneyên serkeftinê bi meş û maşîneyan dimeşin Parka Newrozê.

XWENDEKAR LI ŞÛNA DIBISTANÊ BERÊ XWE DIRIN QADA NEWROZÊ

Îro li gel dibistan neketine betlanê jî xwendekarên lîse û dibistanên sereteyî li şûna biçin dibistanê gotin "Îro dibistan û ders tabe" û berê xwe dan Parka Newrozê. Dîsa xwendekarên Zanîngehê jî neçûn dersan û li qada Newrozê cihê xwe girtin. Piraniya xwendekarên zanîngehê di parastina ewlehiyê de cihe xwe girtin û bi siloganên xwe coşa girsê zêde dikin.

Qada Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hat xemilandin. Li qada agirê Newrozê bê pêxistin 20 ton êzîng hat komkirin. Girse piştî 09.30 derbasî qadê bû û ji niha de qad tije bû û cih nema. Girseya ku Parka Newrozê tije kir bi siloganên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyê Apo ne" coş û kelecana qade zêde dikin. Dîsa alên ku li ser “Na” û rengên kesk, sor û zer nivîsandine bê navber li ba dikin û coşê li coşê zede dikin.

Rojnameger jî piştî di lêgerînê re derbas bûn, derbasî qadê bûn Komeleya Alîgirên Berxwedanê ya Amedspor tevî endam û alîgirên xwe derbasî qada Newrozê bûn û coşa girsê zêdetir kir. Alîgiran siloganên "Di berxwedanê de Na-xêr" heye ber kirin.

Herîkîna qadê ya deh hezaran bi coş û kelecanek mezin didome.