STENBOL - Gelê Stenbolê ji bo Newrozê pîroz bikin diherikin Qada Kartalê. Li qada ku ji 7 salî heta 70’ê salî diherikinê dirûşmeyên berxwedanê bilind dibin.
Li 25 bajarên Tirkiye û herêmê gel ji bo agirê Newrozê gur bikin diherikin qadan. Li herêma Marmarayê jî ye ji bajarên ku agirê Newrozê lê bilind dibe û malovaniya gelên Kurd, Tirk, Elewî, Ermenî, Çerkes, Laz, Pomak û gelê din dike Stenbole. Di saetên serê sibê de gelê Stenbolê ji bo Newrozê pîroz bikin diherikin Qada Kartalê. Qada Nwerozê di saetên şevê de ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û gel ji du nokteyan dikevin qadê.
Gel bi cilên xwe yên gelêrî, dirûşme û hêmaya serkeftinê dikevin qadê. Gelê li qadê li ber muzîka tê lêxistin gıvendê digerînin.
DIRÛŞMEYÊN BERXWEDANÊ BILIND DIBIN
Li gelek nokteyên qadê pankartên “Gelo barkirîbûna meclîsê dibe?”, “Dadgehê girêdayî dibin?”, “Komara bêyî serok, şer, OHAL, tecawîz, komarek demokratîk”, “Bi berxwedana jinê dê azadî serbikeve”, hatin hilawîstin û gelê ketin qadê dovîzên “NA” bilin rakirin. Di ketina qadê de HDP’ê starta ji bo muşahîtiya referanduma 16’ê Nîsanê vekiriye û navan digire. Her wiha li qadê dirûşmeyên berxwdanê bilind dibin.
Li qadê 400 HDP’î peywirdarin û herikîna gel a ber bi qadê ve berdewam dike.