Wanê guh neda OHAL û sermeyê: Keleh bi Newrozê re bû yek

WAN - Ligel OHAL û sermayê ji navçeyên Riya Armûşê, Artemêt, Tuşbayê û ji navçeyên din bi hezaran kes diherikin Newroza Wanê. Keleha Wanê û Gola Wanê bi rengên Newrozê ve xemilîn.

Li Wanê serê sibehê bi dehan noqteyên bajar welatî hatin cem hev û ber bi Qada Newrozê ya li cihê ku Keleha Wanê û Gola Wanê digihijin hev ve herikin. Welatî bi piyan û wisayîtan ve diçin qadê.

Li qadê li 3 cihên lêgerî hatin danîn. Li qada ku seyarfiroş nehatin girtin pêdivî aliyê din ê bariyeran tên bi cihanîn. Wekî her salê îsal jî bi hezaran kes li xaçeriya emniyetê hatin cem hev û bi dirûşman ve ketin qadên. Ji 7 salî heta 70 salî welatiyan qad bi rengên xwe xemilandin. Welatiyên ku flamayên TJA, HDP û DBP'ê hilgirtin bi muzîkan ve govendê digerinin.

JI TAXAN MEŞ DIDOME

Welatiyên ku her sal bi otobusên şaredariyê ve diçûn qadê îsal ji ber ku qeyûm asteng kir bi meşan nîşan dan ku dê tu astengiyan nas nekirin. Qarlamenterê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri sureyya Onder û parlamenterê HDP'ê Nadîr Yildirim, Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek dê li qadê biaxivin.