SÊRT - Li Sêrtê gel bi girseyî diherike qadê û destûr nayê dayîn ku zarokên ji 18 salî biçûktir û kal bikevin qadê. Di kontrolan de polîsan bi hinceta ku kesên kal nasnameya xwe ne anîne û ji bo zarokan jî gotin “divê zarok li dibistanê bin” nehiştin bikevin qadê.
Li Sêrtê ku gelek gelên ji nasnameyên cuda ne, ji bo li dora agirê Newrozê kom bibin di saetên serê sibê de ketin rê. Meşa jin, ciwan, kal û zarokan a ber bi Qada Newrozê ya li ser riya Dihê ye berdewam dike. Polîs destûr nadin ku zarokên di nava girseya li du nokteyên lêgerînê yên qadê tên rawestanin de bikevin qadê. Di dema kontrola nasnameyan de zarokên ku ji 18 saliyê biçûktir bi hinceta “divê zarok li dibistanê bin” ne hiştin bikevin qadê.
Zarokên ku polîsan ne hiştin bikevin qadê rawestîna xwe ya li derdora qadê didomînin. Her wiha di dema kontrolên li qadê de kesên kal ên ku nasnameya wan li ser wan tuneye destûr nayê dayîn ku bikevin qadê.