NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cizîr û Qoserê bi hezaran kes "Bijî berxwedana Cizîrê" herikîn qada Newrozê, li Mêrsînê ligel astengiyê gel herikî qadê. Li Dîlok û Semsûrê jî gel astengî guhdar nekir û dest bi pîrozbahiyan kirin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serê sibehê gel di bin dorpêça polîsan de herikin qadê. Serê sibehê li Kasaphane, termînal û ber avahiya HDP'ê gel kom bû bi wesayîtan ve çûn qada Newrozê ya taxa Konakê. Bi hezaran kes jî bi keşê hatin qadê. Welatî bi cilên xwe yên neteweyî ve hatin qadê û dîmenên rengîn derxistin holê. Welatiyan di meşê de dirûşmên "Newroz pîroz be" berz kirin û jinên Cizîrê jî bi tîlîliyan ve ketin qadê.
Gelek xwendekar neçûn dibistanê û beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ji ber noqteyên lêgerînê ya polîsan danîne li navçeyê trafîk xetimî. Welatiyên ku ji derveyî Cizîrê hatin jî li noqteya lêgerînê ya Botaşê hatin astengkirin. Li vir welatî li du noqteyan ji lêgerînê hatin derbaskirin. Welatiyan bênavber dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî berxwedana Cizîrê" "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li qadê pankarta "Newroz pîroz be" hat daliqandin. Gel li qadê govendê digerîne, hejmar her diçe zêdetir dibe.
QOSER
Li Qoserê li qada Newrozê pîrozbahî dest pê kir. Li qada ku bi alên HDP'ê hatine xemilandin nivîsên "Newroz pîroz be" hatin bi cih kirin. Wêneyên parlamenterên HDP'ê hatin vekirin û li ser nivîsa "Hûn nikarin vîna me teslîm bigirin" heye. Li qada ku ji 7 salî 70 salî welatî hatine dimênên rengîn derdikevin holê. Jin û zarokan li qadê dîmenên rengîn derxistine holê.
Li qadê ji bo agirê Newrozê bi tonan dar hatine amadekirin. Li qadê bi muzîkê govend tê gerandin. Di bernameyê de parlamenterên HDP'ê, rêveberên TJA, rêveberên HDP û DBP'ê biaxivin.
Polîsên ku xwestin li qadê rengên kesk û sor û zer kom bikin ji aliyê welatiyan ve bi tîlîliyan ve hatin şermezarkirin.
DÎLOK
Li navçeya Şehît Kamîl a Dîlokê welatiyên ku ji pîrozbahiya Newrozê hatin ji aliyê polîsan ve bi hinceta lêgerînê hatin astengkirin. Polîsan xwestin rengên kesk û sor û zer ên li ser jinan bên derxistin.. Jinên ku rengên xwe û xişrên xwe Yên rengîn dernexistin ketin qadê û bi erbane û stranan govendê digerînin.
Li aliyê din bi hinceta ku karka nûçegihana me derbas nabe dîmenên ku kişandiye jê dibin.
SEMSÛR
Li Semsûrê jî gel ji bo Newroza "Em ê teqez bi ser kevin" herikîn qadê. Polîsan bi hinceta ewlehiyê destur nedan pankarta "Newroz pîroz be" "Em ê teqez bi ser kevin" bên daliqandin. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî hatin qada Newrozê bi rengên xwe yên kesk û sor û zer govendê digerinin.