Derbarê rojnameger Ahmet Nesîn de biryara girtinê

STENBOL - Derbarê rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn de ji ber tevlî kampanyaya piştgiriya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin bû, biryara girtinê hat dayîn.

Doza derbarê Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nasnakin (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Seroka Giştî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ptof. Dr. Şebnem Koru Fîndanci, rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn ji ver tevlî kampanyaya piştgiriya ji bo ronameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” hat vekirin li 13’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin.

Onderoglu û Fîncanci bi parêzerên xwe re tevlî dozê bûn û rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn jî tevlî nebû. Di rûniştina dozê de hat xwestin ku kêmaniyên di dosyayê de bên derbaskirin.

Heyeta dadgehê piştî biryara dayî, derbarê Nesîn de biryara girtinê da û doz taloqî 8’ê Hezîranê kir.