Rojnameger Oktay: Ez dê nivîsa rastiyan berdewam bikin


AMED
- Rojnameger û nûçegîhana berê ya DÎHA'yê Melmet Oktay ku rastî 4 sal cezayê girtîgehê hat, diyar kir ku wê her tim rastî nivîsand û dê ji niha û şûnde jî nivîsandina rastiyan berdewam bike.

3'emîn rûniştina doza Rojnameger Meltem Oktay û Ugur Akgul ê DÎHA ya ku hat girtin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Rûniştina Oktay û Akgul ên di 11'ê Nîsanê de dema nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bûn hatin girtin û piştî 3 meh şûnde hatin berdan berdewam kir. Heyeta dadgehê biryar da û ceza birî. Heyetê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" li Oktay û Akgul ji bo her kesek-ê-î 4 sal ceza birî.

'EZ DÊ NIVÎSANDINA RASTIYAN BERDEWAM BIKIM'

Meltem Oktay, piştî biryara dadgehê diyar kir ku ew ji ber rojnameger e û rastî nivîsandiye rastî ceza hatiye, lê çi dibe bila bibe ew dê nivîsandina rastiyan berdewam bike. Oktay, anî ziman ku wê mafê gel ê agahiyan û heqîqet parast û wiha got: "Mafê rojnameger ê herî bingehîn agahiyên rast bi gel re parve bike û gel ji rastiyan agahdar bike. Min jî ev rastî bi gel re parve kir. Ji ber ku qada ez rastiyan lê parve bikim nema. Min jî ji neçarî di qada civakî de rastî nivîsand û parve kir. Min heta niha rastî nivîsand û ez dê dîsa nivîsandina rastiyan berdewam bikim."