Serhad bi agirê Newrozê germ dibe

NAVENDA NÛÇEYAN - Ligel hemû astengiyan li Colemêrg, Yuksek, Agirî, Mûşê di pîrozbahiya Newrozê ya "Em ê teqez bi ser kevin" ji aliyê deh hezaran ve tê pîrozkirin. Li qadên Newrozê gel daxwazên xwe yên azadî û wekheviyî tînin ziman, govendê digerînin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê serê sibehê gel herikî qada Newrozê. Welatiyên ku bi cilên xwe yên neteweyî ve ber bi Otogara Şaredariyê ve meşiyan ji noqteyên kontrolê derbas bûn û ketin qadê. Welatiyên ku bi tîlîlî û sloganan ve katin qadê bi stranan ve govend gerandin. Parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca û Lezgîn Botan beşdarî bernameyê dibin.

GEVERÊ ASTENGİ NASNEKIR

Li navçeya Geverê ku di 2016'an de ji ber qedexa derketina derve Newroz nehat pîrozkirin serê sibehê gel herikîn Stada Nû ya ku Newroz dê bê pîrozkirin. Li qadê pankartên "Em ê teqez bi ser kevin" "Bi berxwedana Newrozê dê azadî bi ser ekve" "Em bi Na bihevre xurt in" "Bi berxwedana jinê dê azadî bi ser keve" wêneyên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin daliqandin. Lê polîsan ev daxistin ligel astengiyan jî gel govendê digerînin.

AGIRÎ

Li Agiriyê Newroz li otoparka şaredariyê tê pîrozkirin. Gel bi muzîkê ve govendê digerîne. Li qadê "Em ê bi ser kevin" "Newroz pîroz be" alên HDP û DBP'ê hatin daliqandin. Parlamenterên HDP'ê Dîrayt Taşdemîr, Berdan Ozturk MEhmet Emîn Adıyaman, hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ê ji peywir hat girtin beşdarî Newrozê bûn.

MÛŞ

Li Mûşê jî gel herîk Qada Îstasyonê. Pankarta "Em ê teqez bi ser kevin" a ku walîtiyê qede kir nehat daliqandin. Gel bi flamayên HDP û yên "Na" katin qadê. Ligel astengiyan jî coşa Newrozê berdewam dike.