STENBOL - Li Stenbolê hemû karker, jin, ciwan, ermenî, pomak, laz, çerkez, astengdar, elewî, sunî bi reng û çanda xwe diherikin qada Newroza Kartalê
Li qada Newrozê ya Qartalê pîrozbahiya Newrozê bi silogana “Teqez em dê bi ser bikevin" bi beşdariya deh hezaran kom bûn. Herîkîna hezaran a karker, jin, ciwan, ermenî, Pomak, çerkez, laz, astengdar, sûnî û elewiyan ber bi qada Newrozê ve didome. Ji çar aliyê Stenbolê bi deh hezaran bi reng û çanda xwe gel diherikin qada Newrozê. Dîsa saziyên sivîl ên civakî bawerî û rêxistinên demokartîk tevî partiyên HDK, HDP, DBP, TJA, EMEP, ESP'ê bi al û rengê xwe di qada Newrozê de cihê xwe girt. Ji niha de girseyek mezin li deriyên ketina qada Newrozê kom bûne û îstîham çêdibe. Girseya ku hewl dide derbasî qada Newrozê bibe bi al û rengên sembola Newrozê yên kesk, sor û zer zorê li derî dikin ku derbasî qada Newrozê bibin. Her çend polîs dixwaze girsê asteng bike jî, girse zor li polîsan û nokteya lêgerînê kir û nokteya lêgerîna polisan rakir û derbasî qadê bû. Gel astengiya polisan nas nekir û derbasî qadê bûn. Gel bi reng û baweriyên xwe alên ku "Na" li ser nivisandibûn derbasî qadê bûn.
POSTERÊN OCALAN LI QADÊ NE
Li gel astengî û qedexeyan gel astengî nas nekir û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbasî qadê kir û ketin hundir. Li qadê posterên Ocalan bilind bûne û bi hemû zimanan newa û stran tên xwendin. Li qadê stranên berxwedanê coş û kelecana girsê zêde dike. Li aliyê din girse bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” berz dike û dimeşin qada Newrozê ya Kartalê. Polîsan di ketinê de 2 ciwan rawestand û xwest bin çav bike. Lê girsê destûr neda. li aliyê din polîs hewl dide girsê sor bike û naxwaze ku pankartan têqin qadê. Li ser vê yekê di navbera polîs û girsê rageşî çê bibe jî gel tevî poster û rengê xwe derbasî qadê dibin.
Girseya ku derbasi qadê dibe siloganên “Bijî Serok Apo” berz dikin Hat zanîn ku di ketinê de polîsan 2 kes binçavkirin. Herikîna girsê ya ji qadên navçeyên Arnavutkoy, Gaziosmanpaşa û Kanarya ber bi Kartalê ve berdewam dikin.
Gel astengiyên polîsan nas nake û derbasî qadê dibin.
Herikîna gelê Stenbolê ya Qada Newrozê ya Kartalê didome.