Di Newroza Geverê de provokasyon

COLEMÊRG - Li Geverê di pîrozbahiyên Newrozê de tîmên taybet ên bi wesayîtên zirxî ketin qadê bi gotina "Em ê nehêlin hûn Newrozê pîroz bikin" pîrozbahî provoka kirin. Tîmên taybet ên bombeyên gazê avêtin 3 kes birîndar kirin zêdetirî 10 kes bin çav kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiyan ligel hemû astengiyan hatin qada Newrozê. Tîmên taybetê êrîşî gel kirin. Tîmên taybet xwestin kesekî binçav bikin li ser vê gel nehişt ku tîmên taybet bin çav bikin. Lİ ser vê yekê tîmên taybet bombeyên gazê avêtin gel û bi wesayîtên zirxî ketin qadê. Di êrîşa tîmên taybet de 3 kes hatin birîndarkirin, zêdetirî 10 kes hatin binçavkirin.

Tîmên taybet ên tekin qadê bi gotina "Em ê nehêlin hûn Newrozê pîroz bikin" heqeret li gel kirin, bombeyên gazê avêtin. Li navçeyê provokasyona tîmên taybet didome. x