Ege bi rengên Newrozê xemilî

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îzmîr, Mugla û Manîsayê gel agirê Newroza "Em ê teqez bi ser kevin" pêxistin. Li Aydinê ligel astengiya walîtiyê ya di deqeya dawî de gel bi însiyatîfa xwe dê cejna xwe pîroz bike.

Li herêma Egeyê bi hezaran kes li Îzmîr, Mugla û Manîsayê herikîn qadên Newrozê. Li Aydinê walîtiyê di deweya dawî de pîrozbahî qedexe kir.

BI DEH HEZARAN HERIKÎN GUNDOGDUYÊ

Bi hezaran kes bi cilên xwe yên neteweyî ve herikîn qada Gundogduya Îzmîrê. Li qada Cumhuriyetê û Alsancakê noqteyên lêgerînê hatin danîn. Li qada ku alên HDP'ê hatin hilgirtin alên "Na" hatin daliqandin. Wêneyên Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, pankartên "Newroz pîroz be" "Na em ê hemû bi ser kevin" "Em gel in hêza me yekîtî soza me Na" ye li dikê hatin daliqandin. Li aliyê din filamayên "Li dijî şerxwazan bêje Na" "Ji bo dayika taybet bêje Na" hatin daliqandin. Li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" tê berzkirin. Dema lêgerînê jin û keça wê polîsan xwestin wan binçav bikin. Lê gel nehişt. 3 jinên ku tîşortên li ser Kurdistan nivîsandibû li xwe kiribûn jî polîsan westin binçav bikin lê gel nehişt.

Welatiyê bi navê Yusuf Budak ê xwest bi cilên neteweyî bikeve qadê hate binçavkirin.

MUGLA

Li muglayê Newroz li navçeya Mîlasê tê pîrozkirin. Qada Newrozê bi alên HDP'ê ve balonên rengîn ahtin xemilandin, pankartên "Newroz pîroz be" "Ji bo civakekî ekolojîk Na" wêneyên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li qadê hatin daliqandin. Li qadê ciwan ewlehiyê pêk tînin û gel bi stranên Koma Ciwan govendê digerînin.

MANÎSA

Li Manîsayê jî Newroz li Bazara Horozkoyê pîrozbahî hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş, Endama MYK a HDP'ê Beyza Ustun bavê Sêvê Demîr Azîz Demîr û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi govendê dest pê kir.

Li aliyê din polîsa dema kontrola GBT'ê kirin Muhsîna Paylaştiran ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.