Qada Newrozê tijî bû

AMED - Qada Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez serbikevin” tejî bû. Herîkîna hezaran kesan a li qada ku peyamên “Berxwedan û serkeftinê” tê dayîn berdewam dike.

Qada Newroza Amedê ku bi sedhezaran kes anîn cemhev tejî dibe û bername bi rêzgirtinê destpê kir. Bi sedhezaran di rêzgirtinê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berzkirin. Hêjî bi hezaran kes di nokteyên kontrole de hewl didin bikevin qadê. Li gelek cihên bajar jî bi sedan kes ji bo biçin qada Newrozê li rawestgehan li benda wesayîtanin. Welatiyên dildar bi wesayîtên xwe gel dibin qada Newrozê.

Welatiyên li nokteyên kontrolê ku li benda ketina qadê ne li ber stranên tên gotin govendê digirin û polîs jî bi hincetê vala kestina welatiyan asteng dikin. Kesên cilên gelêrî li xwe kirine û pankatên Newrozê rakirine ketina wan a qadê tê astnegkirin. Ciwanên kuş el û şepik li xwe kirine, cilên ligel xwe anîne li xwe dikin û dikevin qadê. Ji ber vê di nokteya yekemîn a ketinê de polîs welatiyan demekê dirêj dirawestînin. Di vê navberê de bi hezaran welatî ber bi barikata polîsan ve meşiyan û xwestin barîkatê rakirin. ji ber vê yekê polîsan bi gazên bombeyi êrîşî girseyê kir. Li qadê helîkoptera polîsan difire. Hewldana polîsan a ji bo derxistina provokasyonê jî balê dikişîne.

Bi taybet li ber dikê girseya gel kombûye, bi hezaran kes li qadê govendê digerînin û li ber stranên tê gotin keyfxweş dibin. Di qadê de ji zarokên di pêçikê de bigire heta kesên astnegdar, ji ciwanan bigire heta kalan rengên cûda derdikeve holê. Jinên ku cil, desmal û rengên cuda ji bo vê rojê amadekirine li xwe kirine û bi tîlîliyan dikevin qadê.

PIŞTÎ NISÊBÎN, BAGOK Û CIZÎRÊ, AMED

Welatiyê bi navê Ahmet Anuk ê 84 salî ku ev 11 salin bi al û deslama xwe tevlî Newroza Amedê dibe di saetên serê sibê de cihê xwe yê li pêş dike girtiye. Anuk ku bi muzîkê govendê digerîne beriya niha tevlî Newroza Nisêbîn, Bagok û Cizîrê jî bûye.

PEYAMÊN NEWROZÊ

Navê kesên di bernameya Newrozê de beriya bername destpê bike bi hevre ketin qadê. Hevşaredare Bajarê Mezin Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hatiye durxistin, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, endama TJA’yê Ayşe Gokkan, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, parlamenterên HDP’ê, Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, malbatên kesên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane, malbatên Roboskê, malbatên girtî û hevşaredarên girtî ne cihê xwe yê li qadê girtin.

Navê kesên protokole de cih digirin wiha ye:

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan: Newroz vejîne. Ger gelê Amedê qadan tejî dike ev nîşan dide ku di aştiyê de bi israrin. Ez hêvî dikim ku Newroz bibe destpêka çareseriyek nû. Divê hikûmet hêviya aştiyê bibine.

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan: Di demek ku polîtîkayên zextê yên hikûmetê hene de em Newrozê pêşwazî dikin. Newroza 2017’an ji daxwaza destpêkirina çareseriyê zêdetir daxwazan derdixîne holê. Bi milyonan kes îro li qada newrozê bersiv dide polîtîkayên hikûmetê. Ev jî nîşan dide k udi azadî û wekheviyê de bi israrin.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan: Ez Newroza gelan pîroz dikim. Newroza Amedê hêviya gelane. Di 2013’yan de ev hêvî bibû sedema pêvajoya çareseriyê. Bi milyonan îro li heman qadê bi germahiya Newrozê dixwazin pêvajo carekdin bê destpêkirin. Newroza 2017’an dê bibe Newroza azadî û aştiya gelan.

Hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tunç Zeynep Tunç: Newroza we pîroz be. Em ji bo aştî azadî û dadê hatine Newrozê. Ji bo em ji dewleta kes bi saxî şewitandin hesab bipirsin hatin Newrozê. Em aştiyê dixwazin.

Dayîka Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir a li Silopiyê hat qetilkirin Acîbe Nayir: Ez Newroza gelên cîhanê pîroz dikim. Newroz hatina biharê ye. Em ji bo wekheviyê li qada Newrozê ne. Tirkiye ya me hemûyane. Her wiha ji bo em di referandumê de bêjin “Na” hatine vir.


Yek ji Pîrên Dersimê Velî Yildiz: Erdogan dibêje ew bi sedî 52 dibe serok. Wekî ji sedî 80 gelê kurd me ji sedî 80 parlamenter derxistin. Parlamenterên me li kûne. Hemû girtin. Em jî dipirsin. Parlamenterên me li kûne. Ligel ku îro li Dersimê Newroz tê pîrozkirin jî ji bo vê peyamê bidim hatim Amedê.

Dayîkên Endamê PM’ê yê DBP’ê Mehmet Yavuzel û Midûrê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş ên li Cizîrê hatin qetilkirin ji Rihayê ji bo Newrozê hatine Amedê. Dayîkan wiha got: “Em ji bo şehîdên xwe li virin. Gotinekî bê gotin nemaye. Kesên berxwedêr li berxwedan. Em jî li ser navê wan li virin. Em Newroza hemû gelan pîroz dikin.”