Dayik Tunç: Jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin

ŞIRNEX - Li Cizîrê qada Newrozê ya tijî bûye bi dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" olan dide. Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da Esmer Tunç gotina "Jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin" bi kar anî û xwest di referandumê de dengê "Na" bê bikaranîn.

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku nîvê navçeyê ji aliyêhêzên dewletê ve hate xirakirin bi deh hezaran kes hatin koçberkirin careke din jî nîşan da ku paytexta Newrozê ye. Li navçeya ku şertên OHAL'ê heye polîsan qada Newozê dorpêç kirin lê gel dest bi govendê kir. Welatî bi stranên Koma Gulên Xerzan ve coşiyan.

DIRÛŞMÊN BERXWEDANÊ HATIN BERZKIRIN

Ligel hewaya sar jî bi hezaran welatî bi cilên xwe yên neteweyî ve govenda herêma Botanê gerandin û dîmenên rengîn derxistin holê. Li navçeyê gelek xwendekaran dibistan boykot kirin û neçûn dibistanan herikîn qada Newrozê. Ji gundan jî gelek keshatin pîrozbahiyê.

Li qada Newrozê dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" tê berzkirin û agirê Newrozê ji aliyê Parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Leyla Birlîk, Aycan Îrmez û Erol Dora ve hate pêxistin.

'XWEŞIKBUNA CEMÎLEYÊ DÊ LI SER KEVIRÊN CIZÎRÊ CIH BIGIRE'

Piştî ku agirî Newrozê hat pêxistin Parlamenter Aycan Îrmez axivî û diyar kir ku Newroz pêşeroja serkeftina referandûmê ye. Îrmez di axaftina xwe de wiha got: "Demeke dirêj e dilê me bi êş e. Gotinên hevrêyên me hê jî di guhên me de ye. Em ê desturê nedin xweşikbûna wan di nava rûpelên dîrokê de winda bibin. Xweşikbûna Cemîleyê dê li ser hemû kevirên Cizîrê cih bigire. Em ê her tim bi rûmet wan bi bîr bînin."

'JÊZEMÎNÊN CIZÎRÊ JI BÎR NEKIN'

Di pîrozbahiyê de dayima Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê li Cizîrê di berxewdanê de jiyana xwe ji dest da Esmer Tunç jî axivî û wiha got: "Ez ji dayikên ku dilê wan şewitî ye bi hêvî me. Ez wan silav dikim. Bila jêrzemînên Cizîrê ji bîr nekin. Bila destên xwe daynin ser wijdana xwe û bibêjin Na."