STEBOL - Li Stenbolê li gel hemû astengî û qedexeyan bi sed hezaran gelên xwedî nasname û baweriyên cuda li Qada Kartalê ya Newrozê kom bûn û agirê Newrozê bi coşek mezin pêxistin. Sed hezaran gelên Stenbolê ku Agirê Newrozê pêxist bi hevre gotin ew dê ji bo azadiya xwe li dijî zilma Dehaq ê mejiyê zarokên wan dixwar bêjin "Na". Endama Lijneya HDK'ê Sevtap Akdag agirê Newrozê pêxist û got: "Em dê bi ser bikevin"
Li qada Kartalê ya Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran gelên ji çar aliyên Stenbolê hatin kom bûn Newroz bi coşek mezin û rengên zindî tê pirozkirin. Newroz li qada ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş mîtîng lê pêk anîbû bi coşek mezin tê pîrozkirin. Li vir axaftina Demîrtaş a “Em te nakin Serok" bi gel dan guhdarkirin. Girse li qadê bê navber siloganên “Selahattin Demirtaş rûmeta me ye", “Figen Yuksekdag rûmeta me ye" berz didikin. Ji qada Nerozê silav ji 13 parlamenterên HDP’ê, Hevserokên DBP, hevşaredar û siyasetmedarên kurd ên girtî re silav hatin şandin. Dîsa ciwanên ku sala par di têkoşîna berxwedana Cizîr, Sûr, Nisêbin, Şirnex û Geverê de jiyana xwe ji dest dan hatin silav kirin.
AKADEMÎSYENÊN HATIN ÎXRACKIRIN DAKETIN QADAN
Li qadê posterê mezin ê Deniz Gezmiş ê li ser “Niha dema şoreşê ye" hat vekirin. Dîsa pankartên “Newroz piroz be. Red bike bêje Na" hat vekirin. Rêxistinên SGDF, ESP, SODAP, Alinteri, DAD, AKA-DER, DOB, EMEK HDP, HDK, OGK, Kaldiraç, SYKP, Ozgur Lise bi al û rengên xwe daketin qada Newrozê. Gelek akademîsyenên ku hatibûn îxrackirin hatin qada Newrozê û beşdarî pirozbahiyê bûn.
PEYAMA DEMîRTAŞ Û YUKSEKDAG HATIN XWENDIN
Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir. Di pêxistina Agirê Newrozê de sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin. Piştre peyama Hevserokên Giştî yên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag hat xwendin. Zarokê Kobanê Muhammet derket ser dikê û helbest xwend û Îmralî slav kir. Helbesta Muhammed bi siloganên “Bijî Serok Apo” hat bersivandin. Hunermend Ozlem Gerçek stran got. Dîsa hunermerd Agit Işik stran got û coşa gel zêde kir. Dema Dayikên Aştiyê jî derketin ser dikê girsê bê navber siloganên “Şehit namirın” berz kirin.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê yê Stenbolê Esengul Demir, peyama Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş xwend û silavên wan şand. Di vê navberê de girsê bê navber silogana "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
Piştre Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlamenterên HDP'ê bi hevre Agirê Newrozê pêxist. Dema Agirê Newrozê hat pêxistin girsê bi yek dengî silogana “Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" berz kirin.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mustafa Avci jî gel silav kir û Newroz pîroz kir. Avci, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest tecrîd bi dawî bibe. Avci ani ziman ku serkeftina gelan nezîk e û teqez gel dê bi ser bikevin."
AZADÎ DÊ BI SER BIKEVE
Endama Lijneya HDK'ê Sevtap Akdag jî piştî agirê Newrozê pêxist, got: "Em dê bi ser bikevin. Newroz cejna berxwedana gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Bi hezaran ciwanên me hatin kuştin. Bajarên me hatin xerakirin. Kesên muxalif tên bêdengkirin. Li diji van êrişan tekoşîna gelan, karkeran û kedakarna dê teqez bi ser bikeve. Teqez em dê bi ser bikevin. Em li diji zilma zilma deheqan ê mejiyê zarokên kurdan dixwarin dibêjn Na.