KONYA - Li Konyayê ligel astengiyan bi hezaran kes li qada Newrozê hatin cem hev. Bi hezaran kes ê agirê Newrozê pêxistin dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Li navçeya Selçuklu ya Konyayê bi hezaran kes bi dirûşman Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê rengên kesk û sor zer hate xemilandin. Jin bi cilên xwe Yên neteweyî hatin qadê. Zarokên biçûk bi pankarên "Na" hatin qadê.
Li qadê ewlehî ji aliyê ekîbekî ku ji 50 kesan pêk tê hate girtin. Tenê seyarfiroşên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatine diyarkirin girtin qadê. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo kesên ti têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Ewil Hevserokê HDP'ê yê Konyayê Erol Şen axivî û piştî ku gel silav kir peyama Newrozê ya Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş xwend. Gel bi tîlîlî û çepikan ve peyam pêşwazî kir.
LI CIHANÊ TENÊ 3 WELATAN WEKÎLÊN XWE GIRTIN
Piştre jî parlamenterê HDP'ê Mehmet Alî Aslan axivî û wiha got: "Divê hevserokên me li vir bûna lê di girtîgehê de ne. Li cihanê tenê 3 welatan wekîlên xwe girtine. Îsraîl, Misr û Tirkiye. Lê ez mînakekî bidim we Hz. Yusuf bi salan di girtîgehê de ma lê wekî melîk vegeriya welatê xwe. Bawer bikin Rêberên me serokên me jî dê bi heman awayî vegerin."
Piştî axaftina Aslan agirê Newrozê hat pêxistin. Agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.