AMED - Parlamentera HDP'ê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan li ser navê malbat û parêzerên Ocalan di peyama ku xwend de, Niwroza Ocalan pîroz kir. Dema ku Dîlek Ocalan axivî bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Parlamentera HDP'ê û xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan di Newroza Amedê de li ser navê malbat û parêzerên Ocalan peyamek xwend. Ocalan a ku axaftina wê gelek caran bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat birîn wiha got: "Newroz cejna kurd û Kurdistanê ye. Ronahî, Rahşan û Bêrîvan e. Gelê Amedê ez li ser navê malbat û parêzerên Rêber ji were diaxivim. Em wekî malbat û parêzer Newroza gel û Birêz Ocalan pîroz dikin. Newroz hatina biharê navê vejîn azadî û hêviyê ye. Li dijî Dehaqan navê îsyanê ye. Îro felsefeya Birêz Ocalan ji bo cografyaya Rojhilata Navîn bêhtir girîng e. Ligel şertên ku her çû girantir bû jî Birêz Ocalan nêrîn û pêşniyarên xwe parve kir. Rola Birêz Ocalan piştî 2013'an bêhtir girîng bû. Bi banga xwe ve Newroz kir dema hêviya biharê.
Piştî 2015'an jî di bin tecrîdê de ye. Girtîgeha Îmraliyê ji 1999'an heta niha bûye navenda tecrîd û îzolasyonê. 6 sal in bi parêzerê xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne. Birêz Ocalan peyama ku ger dewlet bixwaze em ê di nava 6 mehan de çareser bikin daye. Silav ji gelan re. Bijî Newroz. Bijî Serok Apo."