STENBOL - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku çawa hat girtin ew sewqî Girtîgeha Silivri hat kirin di yek hucreyê de tê girtin. Turk bi riya parêzerê ÎHD'ê peyam şand û got: "Heta niha em bi rûmeta xwe jiyan û ji niha û şûnde jî em dê bi rûmeta xwe bijîn."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku duh hat girtin raste rast ew şandin Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê. Turk ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" hat girtin şandin Girtîgeha Sîlivrî ya Hêjmar 9 û di yek hucreyê de tê girtin. Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Zeynep Ceren Boztoprak, Şule Recepoglu û Arzu Kayaoglu, li girtîgehê bi Turk re hevdîtin kirin. Parêzeran diyar kir ku Turk di yek hucreyê de tê girtin.
Parêzeran diyar kir ku Turk xwestiye bi parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya re di heman hucreyê de bimîne, lê Turk di yek hucreyê tê girtin.
HETA NIHA EM HER DEM BI RÛMET JIYAN
Turk, bi riya parêzeran peyam şand û anî ziman ku ew heta niha her dem bi rûmet jiyan û ji niha û şûnde jî dê bi rûmeta xwe bijîn.
Parêzeran anîn ziman ku Turk bi balafirgehê anîne Girtîgeha Silivrî û dema polîsan ew anîye girtîgehê bi gotina "Ahmet Turk û Bekir Kaya pere xwarine" û heqaret li wan kirine. Parêzera da zanîn ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan û Nihat Akdogan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya di heman girtîgehêde dimîne.