Sed hezaran Botan û Çukurova bi rengê Newrozê neqişandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Mêrsîn, Hatay, Qoser, Dîlok, Semsur û Cizîrê bi sed hezaran kesên beşdarî Newrozê bûn, qad bi heft rengan xemilandin û her der kirin rengê Newrozê. Bi sed hezaran li qadên Newrozê li dijî zilm û zordariyê gotin Na û siloganên "Bijî Serok Apo berz kirin.

Newroz li dehan bajaran bi tevlêbûna milyonan bi silogana "Teqez em dê serbekevin" hat pîrozkirin. Ji Botanê heta Çukurovayê bi sed hezaran daketin qadan û her der bi rengê Newrozê neqişandin. Bi sed hezaran welatiyên ku di saetên şeveqê de herikin qadên Newrozê li dijî zext û zordariyên hikûmetê gotin na û biryara berxwedan û tekoşîna azadiyê û serkeftinê anîn ziman.

LI MÊRSÎNÊ BI COŞEK MEZIN HAT PÎROZKIRIN

Li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê bi deh hezaran kes li qada Tirmil a Newroze kom bûn û Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran li gel astengiyên polîsan bi alên HDP'ê yên ku "Na" li ser nivîsandibûn derbasî qada Newrozê bûn. Girseya ku nokteyên lêgerinê yên polîsan derbas kirin û ketin qada Newrozê bê navber siloganên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" û "Em teslîm nabin" berz kirin. Ligel lêgerîna zêde bi deh hezaran astengiyên polîsan derbas kirin û qad bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Polîsên ku reng tehamul nekirin çentê zarokê 4 salî desteser kirin û te tehamuliya xwe nişan dan. Jinan jî bi cilên xwe yên rengîn û dayik jî tevî zarokên xwe derbasî qadê bûn û bi cilên xwe yên cejnê rengê xwe li pîrozbahiya Newrozê xistin û qad bi rengan neqişandin. Girsê erbane û komên muzîkê derbasi qadê kirin û li ber erbaneyan govend gerandin. Gel li gel hemû astengiyan bi coşek mezin Newroz piroz kir û li dora stranên xwe govend gerandin. Dema Agirê Newrozê hat pêxistin bi deh hezaran bi nevre silogana Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ocalan, Ocalan" û "Bijî berxwedana PKK’ê" berz kir.

Newrozê bi rêzgirtinê û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir û bi axaftin û muzîkê berdewam kir. Hevserokên HDP'ê yê Mêrsîne Mirza Mehmet Soylemez û Hatice Şahin, Endama MYK'ê ya HDP'ê Asiye Kolçak Newroza gel pîroz kirin û diyar kirin ku gel dê teqez bi ser bikeve û dê bi "Na" hemû polîtîkayan pûç biki. Piştî axaftinan bi deh hezaran bi hevre siloganên "Na Na, Na, Na" berz kirin. Newroz bi muzîkê berdewam kir.

GELÊ ÎSKENDERÛN DI SAETÊN SIBEHÊ DE HERIKÎN QADÊ

Li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jî gel li qata taxa Yildirimtepe bi coşek mezin Newroz Pîroz kir. Gelê Îskenderûnê di saetên sibê de herikîn qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Bi hezaran kes li gel astengiyên polîsan qada Newrozê tijî kirin û Agirê Newrozê geş kirin. Dema agir hat pêxistin bi yek dengî siloganen "Bijî Newroz" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Jinan bi cilên xwe yên rengîn û alên destê xwe qada Newrozê xemilandin. Bi hezaran kesan li ber muzîkê û dora Agirê Newrozê govend gerandin. Di pîrozbahniyê de Hevesrokên HDP'ê yên Îskenderunê Aysel Eşiyok û Ahmet Çahan, Newroz pîroz kirin û diyar kirin ku ew dê di 16'ê Nisanê de bersîvek xurt bidin. Newrozê bi muzîkê berdewam kir.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrsînê jî li gel astengiyên polîsan bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi hezaran welatiyen ji gundan û taxên Qoserê hatin astengiyên polîsan derbas kirin û bi siloganên "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" derbakî qadê bûn û Agirê Newrozê pêxistin. Pişti rêzgirtinê û pêxistina Agirê Newrozê Hevserokê HDP'ê yê Mêrsînê û Serokê Komîteya Newrozê Ali Aslan girse silav kir û Newroza gel pîroz kir. Li vir peyama Hevserokên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş hat xwendin. Girsê li ber Koma Ugur Nemir govend gerand. Xwişka Rahşan Demirel a li Kadife Kale bi bedena xwe Newroz pîroz kir Semire Kut ji derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Laleş berdewam kir.

DIRÛŞMEYA DENGÊ ME NA YE BILIND BÛ

Ji ber pirsigêkek teknîkî deng qut bû li ser vê yekê gireseyê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Girseyê bi dirûşmeya “dengê me Na ye” bal kişand ser referandumê. Yek ji daneyên balkêş jî quleyên ji mirovan ên li qadê tên avakirin bû.

BI AGIRÊ NEWROZÊ ÇOŞA GEL MEZIN BÛN

Parlamentên HDP’ê û komîteya amadekar a Newrozê daketin qadê û agirê Newrozê vêxistin û bi vêketina agir çoşa gel mezin bû. Cigirê Hevserokên Girtî yên DBP’ê Salîh Yildiz diyar kir ku dirûşmeya gel a aştiyê bi gelê daketiye qadê bilind bûye û wiha got: “Ligel hemû qedexeyan gel li qadane. Em îroz carekdin ji van qadan dibêjin 'Na', 'Na', 'Na'”

‘EMÊ KEŞTIYA AZADIYÊ BIRÊVE BIBIN’

Parlamentere HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî da zanîn ku di demên dawî de zextên mezin li ser partiyê hene lê wan serî ne tewandiye, ew ê serî netewînin û wiha pêde çû: “Em carek din ji vir bang dikin; Serî tewandin tune ye. Berxwedan, têkoşîn heye, heta dawiyê serê me bilind em ê ber bi azadiyê ve bimelin. Çi dibe bila bibe çi bê serê me bila bê em ê keştiya azadiyê birêvebibin. Ez dipirsim gelê kurd dê di referandumê de bêje ‘Erê’ yan ‘Na’. Hûnê bêjin Erê (girseyê bi yek dengî got Na) Em ê bi hevre ji kesên ku dixwazin gelê me tune bikin re bêjin Na. Dema me di 16’ê Nîsanê de got Na em ê deriyê girtîgehan vekin.”

ÊRÎŞÎ GIRSEYA BELAV BÛ KIRIN

Piştî axaftinan girseryê li ber stranên Koma Dengê Amara govend gerand. Piştî stran bi dawî bûn girser bi alên di destê wan de ne û dirûşmeuyan ji qadê veqetiyan. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseya ji qadê derdiket kir. Polîsên ku dik dorpêç kirin hemû rojnameger û xebatkar di kontrola GBT’ê re derbas kirin û berdan.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî li qada Newrozê pîrozbahî bi kombûna girseya gel destpê kir û ciwanên bi cilên xwe yên renga reng qad xemilandin. Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, endamê PM’ê yê HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş û bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê birêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê HDP’ê ya Semsûrê Selîm Ozbek, axivî û Newroza gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir.

‘NEWROZ TIRSA DEHAQANE’

Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, endamê PM’ê yê HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş bi Dayîkên Aştiyê re bi dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Şehîd namirin” agirê Newrozê vêxistin. Parlamenter Yildirim, diyar kir ku Newroz kevneşopiya berxwedanê ye û wiha got: “Hêviya gel û tirsa Dehaqane. Newroz dê heta dawiyê li ser vê axê bê pîrozkirin.”

Girseyê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê biserkevin” û “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” gotinên Yildirim birî.


'EM Ê BI HEVRE BIGIHÎJIN BENDERÊ'

Piştî axaftina Yildirim Endama MP a HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş axivî û bi kurdî û tirkî gel silav kir. Kuçukkeleş bal kişand li ser girîngiya jinan a di şoreşê de û wiha axivî: "Ger ku em jin nebin dê têkoşîn heta îro nehata. Di baweriya Rojhilata navîn de baweriya Xizir heye. Xizir di Sibatê de dest pê dike. Dema ku Xizir diqede jî Newroz dest pê dike. Li hemû cihên ku Xizir pê li dike şîn dibe. Bi Newrozê re meha biharê dest pê dike. Ji ber vê yekê ji cejna newrozê ditirsin."

Piştî axaftinan stranên Mehmet Akbulut govend hat gerandin.

DÎLOK

Li naçeya Şehît Kamil a Dîlokê gel herikî qada Newrozê. Jinên Dîlokê bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qadê. Polîsann di lêgerînan de jin tacîz kirin lê jinan bi tîlîlî û çepikan helwesta polîsan şermezar kirin û ketin qadê. Li qadê alên ku li ser "Na" nivîsandiye hatin vekirin û ji bo referandûmê dirûşmên "Na" hatin berzkirin. Stranên "Na" hatin stran û goven hatin gerandin. Li qadê bi kurmancî, tirkî, suryanî erebî û dimilî pankartên "Newroz pîroz be" hatin vekirin.

Li qadê zarokên ku li Dîlokê di teqîna daweketî de birîndar bûn jî cih girtin. Li qada Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana Şengalê" "Bimre koletî bijî azadî" hatin berzkirin. Dİ bernameyê de endamê PM'ê yê MEhmet Karayilan aşivî û wiha got: "Em bi şîara em ê teqez bi ser kevin kom bûn. Newroz a ku ji bo gelê kurd sembola azadiyê ye bû cihê ji bo 'Na' hatina cem hev."

Piştre Parlamenter Mahmut Togrul axivî û got ku wateya Newrozê berxwedan e û ew ê tu caran serê xwe natewînin.