AMED - Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Ruken Akça, diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê gelek caran şahidî ji zalimên wekî Dehaq û Sedam kiriye û wiha got: “Lê li dijî berxwedana bêhempa ya gelê Kurdistanê her tim zaliman winda kiriye.”
Pîrozbahiyên Newroza 2017’an a bi şîara “Em ê teqez biserkevin” ku fînala wê li Amedê tê kirin destpê kir. Ji ber polîsan bi hinceta “li qadê lêgerîn tê kirin” destûr neda gel û komîteya amadekar bikeve qadê ji ber wê di amadekariyên amadekirina dike de jî direngbû hat jiyîn.
Pîrozbahiya Newrozê ku pêşkêşiya wê Yilmaz Baglar û Berfîn Emektar dike, piştî hemû gelê li Şengal, Rojava û derverên din hat silavkirin bi rêzgirtinê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Piştî ji dike şiyara “ji kerema xwe re tene dirûşemeyên hatine diyarkirin berz bikin” gelê Amedê bi yek dengî dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berzkirin.
Serokê Komîteya Amadekar û Hevseroka DBP’a Amedê Ruken Akça axaftina vekirinê bi kurdî kir gelê qadê silav kir.
‘KAWA BERIYA HEZARAN SALA TOVÊ AZADIYÊ ÇANDIBÛ’
Axaftina Akça wiha ye: “Ji jinên ki li Şengalê li dijî DAIŞ’ê di eniyan de ne silav. Silav ji kesên li çar parçeyên cîhanê ji bo jiyanek birûmet têdikoşin. Newroza we pîroz be. Kawayê Hesinkar beriya hezaran sala li dijî Dehaqan tovên azadî û berxwedanê çandibû. Gelê Kurdistanê ev mîrasa bi hezaran salan parast û anî heta roja îro. Berxwedana Mazluman a li zindana Amedê, serhildana gelê Cizîrê, li ser Sûrên Amedê çalakiya Zekiye, li Kadîfekaleyê govenda azadiyê ya Rehşanê, hezkirna Bêrîvan û Rohaniyê ya ji bo azadiyê, berxwedana jinên Rojavan bû sembol.
HÊVIYÊN ME YÊN JI BO AZADIYÊ ZINDÎ NE
Erdnîgariya Kurdistanê gelek caran şahidî ji zalimên wekî Dehaq û Sedam kiriye. Lê li dijî berxwedana bêhempa ya gelê Kurdistanê her tim zaliman winda kiriye. Çawa ku piştî tarîtiye roj cîhanê ronî dike hêviyên me yên ji bo azadiyê jî ewqas zindî ne. Gelê Amed û Kurdistanê hemû cîhan dizane ku hezkirina û hêviya me ya ji bo azadiyê heye. Hêviya me mezine, hêviya me azadî, aştî û hizure. Hêviya me wekheviya gelan e, hêviyên me dê pêk bên û em ê teqez serbikevin.”
Piştî axaftinê koma Dengbêjên Botanê derket ser dike. Pîrozbahî dê bi stranên Koroya Jinan a Amedê ya NÇM’ê, axafitina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu berdewam bike.
Piştre dê agirê Newrozê bê pêxistin, dê Ahmet Turk û Dayîkên Aştiyê jî axaftinekê bikin. Dê piştî Koma Munzur Ayşe Gokkan Serokwekîlê Meclîsa Koma HDP’ê Osman Baydemîr jî axaftinekê bikin. Dê pîrozbahî bi stranên Koma Pel, Yaşar Kurt û Ferhat Mansurî û govendê bi dawî bibe.