Onder: Ocalan kengî silav dişîne roj hil tê

WAN- Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê di Newroza Wanê de axivî wiha got: "Kengî rêberê gelên Rojhilata Navîn silavê dişîne roj careke din hil tê. Em silavên hemû kesan dişînin ji Birêz Ocalan re."

Newroza Wanê bi beşdariya sedhezaran çêbû. Li qadê pêyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya şandin, hatin xwendin.

Piştre Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek axivî û Newroz pîroz kir. Şîmşek got ku ligel ku bedelên giran gelê kurd dide jî gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Şîmşek destnîşan kir ku gelê kurd li 4 parçeyan têdikoşin û ji bo nasnameya xwe 100 sal in têdikoşin mîrateya ku ji Şêx Saîd, Seyîd Rizayan, Mazluman girtine xurtir dikin.

'RIYA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE'

Şîmşek got ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi peyama xwe ya di 2013'an de riya aştiyê vekir lê dewletê bi şer, polîtîkayên îmhayê bersiv da. Şîmşek got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye û wiha axivî: "Ji ber vê yekê tecrîdê rakin. Em ê di 16'ê Nîsanê de bibêjin Na. Em ê ji şer re bibêjin Na. Gelê kurd dê careke din di 16'ê Nîsanê de xwedî li nasnameya xwe derkeve. Gelê kurd îro li Gever û Cizîrê bûye yek û azadiya xwe dixwaze. Ger ku em nebin yek dê me tune bikin."

'EM MIZGINIYÊ DIDIN GELÊ KURD'

Piştre parlamenterê HDP'ê Nadîr Yildirim axivî û diyar kir li Serhed, Amed û Botanê bi milyonan kurd Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz dikin. Yildirim wiha got: "Em mizginiyê didin gelê kurd. 2017 dê bibe sala azadiya gelê kurd. Em dixwazin hemû cihan azad be. Îro em di Newrozê de soz didin hev. Em ê tu caran dev ji azadiya xwe bernedin. Em soz didin şehidên azadiyê. HEta ku azadî pêk neyê bilav ev jiyan li me heram be."

Piştre Sirri Sureyya Onder axivî û wiha got: "Rêberê gelên Rojhilata Navîn kengî silavê bişîne roj careke din hil tê. Em silavên hemû kesan ji Birêz Ocalan re dişînin. Kurdistan dê nebe goristana tu kesan Kurdistan dê bibe gulistana erdnigariyê. Em ê bi hevre vî pêk bînin. Zalimên vî axê naqedin lê kesên ku îtirazî zilmê jî dikin naqedin. Di Newroza 1992'yan de zilmekî nehatiye dîtin pêk anîn. Em nwrozê diyarî hemû xwebirayên xwe yên du di 2008'an de jiyana xwe ji dest dan dikin. Her zalimên ku hatine xwe diceribînin. Dibêjin gelo ez dikarim cejnê qedexe bikim. Yên ku vê niyet dikin bersiva xwe digirin û dikevin çopa dîrokê. "

'SÎNORÊ ZILMÊ HEYE LÊ SÎNORÊ BERXWEDANÊ TUNEYE'

Onder bal kişand li ser tayînkirina qeyûman li 12 şaredariyên Wanê û wiha got: "Li vî bajarê 2 rêveber hebûn. Yek rêveberên gel ên bi helalî hatine hilbijartin yên din jî bi tayînkirinê hatin. Wan çi kirin rêveber kirin yek. Niha walî û şaredar heman e. Em dikarin vî qebûl bikin lê bila aw waliyê we bê bi Bekîr Kaya re bikeve hilbijartinê. Gelo dilê we têra vê yekê dike. Gelê Wanê, gelê Serhedê îro xwedî li zarokên xwe derdikeve. Sînorê zilmê heye lê sînorê berxwedanê tuneye. Wê parlamenteriya hevseroka me Fîgen Yuksekdag a ku hate hilbijartin xesp kir. Ma hûn ê dilê vî gelî çawa xesp bikin. Bersiva vî hûn ê di 16'ê Nîsanê de bigirin dengê wî şiqamê de ji fîzanê bê bihistin."


Piştî peyama Dayikên Aştiyê pîrozbahî bi govendan bi dawî bû.