li Eskîşehîrê agirê Newrozê bilind bû

ESKÎŞEHÎR - Ligel pêkanîn keyfî û dorpêça zêde ya polîsan li Eskîşehîrê agirê Newrozê bilind bû.

Li Eskîşehîrê agirê Newrozê bi tevlîbûna sedan kesî hat vêxistin. Ji ber Walîtiyê ji bo pîrozbahiyên Newrozê herêma li ser riya Kutahyayê nîşan da gel di çûna qadê de zehmetî kişandin û pîrozbahî di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Welatiyên bi îmkanên xwe hatin qada Newrozê rastî pêkanînên keyfî yên polîsan hatin. Polîsan xwestin dest deynin ser al û rengên kesk, sor û zer ên di destê welatiyan de ne.

Ji ber du jinan xwe bi desmalên kesk, sor û zer bikevin qadê rastî mudaxeleya polîsan hatin li ser vê yekê rageşî rû da. Polîsan xwest deset deyen ser kamera û wênekêşa nûçegihanê me Nametullah Başar û ew derpkirin. Bi mudaxleya rêveberên HDP’ê polîs ji qadê hatin durxistin.


Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP’ê yê Tepebaşiyê EmÎne Kaya, axivî û wiha got: “Ne min tenê diviyabû Hevserokên HDP’ê yên Eskîşehîrê Işik Polat û Ahmet Uluçelebî jî li vir axaftin bikiribana. Lê ew niha di girtîgehê dene. Ji we re peyamek şandine û wiha dibêjin; ‘Her çiqas em ligel we ne bin jî em cejna Newrozê û mizgîniya biharê ye bi çoş, berxwedan, hezkirin û Na’yê li we pîroz dikin’.”

Piştre peyama Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin xwendin. Dema peyama wan hat xwendin girseyê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştre agirê Newrozê hat vêxisitn û girseya li ber agir kom bû dirûşm berzkirin.