Di Newroza Stenbolê de ‘Azadiya Ocalan’ hat xwestin

STENBOL - Di Newroza li Qada Kartalê ya ku bi dehezaran kes tevlî bû de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin.

Welatiyên Stenbolê yên bi şîara “Emê teqez biserkevin” li Qada Kartalê kombûn, di pîrozbahiyên Newroza îsal de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Ligel hemû astengiyên polîsan welatî ji navçeyê Stenbolê herikîn qada Newrozê û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bênavber berzkirin.

ÇOŞA GEL DI ASTA JOR DE YE

Her çiqas li gorî salên berê tevlîbûn kêm be jî çoşa gel li gorî salên bihûrî teqînek jiya. Dirûşmeyên berxwedanê ji qadê bilind dibin û posterên rêberên şoreşger Denîz Gezmîş, Che Guevera û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hev re li baketin. Wekî her car jinan li eniyên pêş cihê xwe girtin. Jinan zarokên xwe jî girtin û di saetên serê sibê de ber bi qada Newrozê be herikîn. Êrîş û binçavkirinên polîsan jî bal kişandin.

DIRÛŞMEYA ‘NA’ DENG VEDA

Ciwanan qada Newrozê dagirtin û her wiha akademîsyenên hatine îxraçkirin û xwendekarên zanîngeh boykot kirin jî li qadê cihê xwe girtin. Ji hemû aliyê qadê pankartên ji bo kampanyaya “Na” hatin vekirin. Li qadê her tim dirûşmeyên “Na” hatin berzkirin. Ji ber şert û mercên hewayê agirê Newrozê nehat vêxisitn û agir piştî pîrozbahiyan hat vêxistin. Ji ber qada Newrozê tijî bû hinek welatî ne ketin qadê.

Piştî axaftinên hatin kirin, bi stranên Veysel Ciwan gel govend gerandin. Piştî govendê gel ji qadê veqetiyan. Girseya ji qadê veqetiya bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin.”