BEDLÎS - Hevşaredarên Bedlîsê Huseyin Olan û Nevin Daşdemir Dagkiran û Hevşaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan hatin girtin.
Hevşaredarê Bedlisê Huseyin Olan û Nevin Daşdemir Dagkiran ku duh hatibûn binçavkirin piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hat kirin. Heyeta dadgehê piştî îfadeya Olan û Dagkiran girtin bi îdîaya "endamtiya rêxistinê” der barê wan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Li aliyê din Hevşaredarê Norşinê M. Emin Ozkan û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bedlisê Nazmiye Avras û Hamza Ozkan piştî sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin.