Piştî Newrozê 69 kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Îzmîr, Çewlîg û Êlihê piştî pîrozbahiya Newrozê 13 kes hatin binçavkirin.

Li Çewlîgê piştî ku pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû 7 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên ku bi hindece dirûşm berz kirine hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Li Êlihê jî piştî pîrozbahiya Newrozê 6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê bi hinceta ku li ser cilên wan rengên kesk û sor û zer heye hatine binçavkirin.

Li Îzmîrê jî di pîrozbahiyên Newrozê de bi hinceta ku li ser cilên wan rengên kesk û sor û zer hene 56 kes hatin binçavkirin. Di pîrozbahiyê de helwesta polîsan a provakatîf bal kişand. Kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan.