Serokê ÎHD'a Amedê Bîlîcî hat berhdan

AMED- Li Amedê 11 kesên ku di operasyona li hemberî rêxistinên civakî yên sivîl hat kirin de û di nav de Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî heye hatin binçavkirin derxistin Edliyeya Amedê. Racî Bîlîcî jî di navde 10 kes hatin berdan û Mehmet Eşref Mamedoglu hat girtin.

Polîsan li Amedê di 15'ê Adarê de li hemberî rêxistinên civakî yên sivîl bi ser malan de girt û 11 kes binçav kirinbûn. Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî heye 11 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Li dozgeriyê 4 kesan piştî îfade dan serbest hatin berdan û 7 kes jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ne" sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Tevî Bilici 6 kes hatin berdan û Mehmet Eşref Mamedoglu bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Kesên ku bi şertê kontrola edlî hatin berdan wiha ne: Mehmet Raci Bilicî, Emin Unal, Hamit Eser, Mehmet Sait Baran, Metin Bayburt, Osman Dun, Seyfettin Polat, Mehmet Veci Aydogan, Yilmaz Kahraman û Omer Gulen.