NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran gelê herêma Îzmir, Mugla û Manîsa bi silogana "Teqez em dê serbikevin" daketin qadan û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Girseya ku daketin qadan bi yek dengî ji polîtîkayên AKP'e û pêşnûmeyae Qanûnê re gotin "Na". Dayikên kurd yoruk û tirk bi herve daketin qadê û Newroz pîroz kirin.
Li bajarên Îzmir, Mugla û Manisa yên herêma Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li henû hereman gel bi cil û bergên xwe yên rengîn daketin qadan û bi govend û siloganan Agirê Newrozê geş kir.
ÎZMİR
Bi deh hezaran gelê Îzmirê li qada Gundogdu kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi deh hezaran girseya ku li qadê kom bûn, stran û sirûdên berxwedanê strin. Piştî girsê qad tije kir agirê Newrozê pêxistin û Newroz piroz kirin. Newrozê bi rêzgirtin û pêxistina Agir dest pê kir. Serokê Komîteya Newrozê û Hevserokê DBP'ê yê Îzmirê Suleyman Gunduz Hevserokên HDP'ê yên Îzmirê Mahfuz Guleryuz û Gulay Bilici gel silav kirin û peyama Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag xwendin.
Piştre li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Cemile Kortak Newroza gel pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku Newroz bibe heviya aştiyê. Em berxwedan û çalakiya girtiyan a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav dikin. Werin em têkoşîna wan bilind bikin." Piştre dayikên Yoruk kurd û tirk bi hevre derketin ser dikê û gel slav kir.
Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê Mulkiye Birtane jî derket dikê û gel slav kir. Bîrtane wiha got: "Ez Newroza we tevan pîroz dikim. Newroz aştî ye. Newroz ruhê gelan e. mizgîniya baharê ye. Em ji Ege silavên xwe ji Amed, Cizîr, Silopî û Nisêbînê re dişînin. Yên Newrozê qedexe dikin bila li Îzmirê binerin. Yên aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin li vir in. Em qet serî natewînin û me dê bêjin Na'."
Hevberdevka Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgit diyar kir ku li gel hemû qedexeyan gelê Amed, Wan, Cizîr, Riha, Stenbol û Mêrsînê û li çar aliyên welat bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin û wiha got; "Yên îro li vir kom bûne li pêşeroja xwe, aştî û azadiya xwe xwedî derdikevin û teqez em dê bi ser bikevin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku ev Newroz ji bo gelê Tirkiye Newrozek dîrokî ye û silav ji Cizîr, Şirnex û Sûrê re şand.
Piştî axaftinan hunermend Îlkay Akkya derket ser dikê û sitran strîn. Deh hezarên beşdari Newrozê bûn liber stranan govend gerandin.
MANîSA
Li Manîsayê jî Newroz bi heman siloganê bi coşek mezin li qada Newrozê hat pîrozkirin. Newroz li Qada Bazarê ya Horozkoyê hat pirozkirin. Di pîrozbahiye de Hevserokên HDP'ê yên Manîsayê Behçet Parilti û Guler Unaldi gel slav kirin û peyama Hevserokên HDP'ê xwendin. Piştî axaftinan Akademisyen û Endama MYK'ê ya HDP'ê Beyza Ustun û parlamenterên HDP'e agirê Newrozê geş kirin. Ustun, anî ziman ku ji qedexe û astengiyan re înad dê her sal bi coşek mezintir Newrozê piroz bikin.
Parhamenterê HDP'ê Erdal Ataş jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: "Ji bo me û gelê Rojhilata Navîn Newroz diroka tekoşîn û berxwedanê ye. Heta em civaka demoratîk ava bikin têkoşîna me dê bidome. Îro li vî welatî j sedî 70 gele Tirkiye dibêje 'Na' Gel dê di referanumê de bêje 'Na'
MUGLA
Rêxistina HDP'ê ya Muglayê jî Newroz Li navenda Milasê li qada Bazara Gel a Akkentê bi heman siloganê Newroz pîroz kir. Bi hezaran kesên hatin qadê Newroz pîroz kirin qada Newrozê bi alên HDP'ê neqişanin. Girsê li qadê pankarta "Newroz piroz be", "Ji Înadê re aştî," "Ji bo civakek Ekolojik Na." vekirin. Dîsa li qadê posterên Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş vekirin û dowîzên "Tenê nabe bejiin Na", "Jin jiyan azadi" rakirin. Girsê bê navber siloganên "Newroz piroz be" berz kirin. Koma Ciwan derket ser dike û bi stranên xwe girse coşand.
Newrozê bi rêzgirtin û pêxistina agir dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Hevseroka HDP'ê ya Muglayê Gulfer Karadeniz gel silav kir û Newroza gel pîroz kir. Piştre peyamên Yuksekdag û Demîrtaş hatin xwendin.
Piştre Endamê Meclîsa HDP'ê Erkan Karabay ji derket ser dikê û gel silav kir.
Newroza Muglayê bi axaftinan berdewam kir û bi govend û muzikê bi dawî bû.