NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Sêrtê beriya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bajêr siyare bike li dijî endam û rêveberên DBP û HDP operasyon pêk anîn. Di operasyonê de 25 kes binav kirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jî li Sêrtê 3 kes di pîrozbahiyên Newrozêde hatin binçavkirin. Li Çewlîk, ÊLih û Îzmirê jî 71 kes hatin binçavkirin.
Li Bajaroka Begendîk a Berwariya Sêrtê beriya ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Sêrtê ziyaret bike li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Berwariyê operasyon pêk hat. Di operasyonê de polîsan 25 kes binçavkirin. 25 kesên hatin binçavkirin sewqî Fermandariya Cendirmeyan a Berwariyê hatin kirin. Di nava 25 kesan de Hevserokên HDP'ê yên Berwariyê Serkan Urun u endamê Meclîsa Bajar yê DBP'ê yê Suleyman Engin jî hene.
Polîs û leşkeran bi ser malên avahiya HDP'ê ya Begendîkê malên Meclîsa Giştî ya bajar û malên hevşaredarên Begendîkê de girtin. Lê ji ber ku kes ne li malê bû kes nehat binçavkirin. Hat diyar kirin ku di operasyonê de Deriye avahiya Şaredariya Begendikê jî kilît kirin. Balkêş bû beriya wezîr Soylu bê Sêrtê ev operasyon pêk hat.
JI BER NEWROZÊ 71 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Sêrtê jî polîsan piştî Newrozê 2 jin û zarokekî 13 salî bi giştî 3 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polisan a Sêrtê. Li Çewlikê jî 7 kesên beşdarî pirozbahiya Newrozê bûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çewlikê. Li Êlihê jî 6 kesên beşdari pîrozbahiya Newrozê bûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Li Îzmirê jî piştî Newrozê 56 kesên beşdarî pirozbahiya Newrozê bûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Îzmirê. Li Qoserê jî solîstê Koma Denge Amara Abdullah Ayav hat binçavkirin.