ENQERE - Li Enqereyê li gel astengiyên polisan bi sedan ciwan kom bûn û Newroz pîroz kirin. Bi sedan ciwan li gel qedexeya Walî û astengiyên polisan Agirê Newrozê pêxist û govend gerand.
Komiteya Amadekar a Newrozê plan kir ku di 19'ê Adarê de Newrozê li Enqereyê pîroz bike. Lê ji ber walî destûr neda Komîteya Amadekar xwest îro li navçeya Tuzluçayirê Newrozê pîroz bikin. Berî ku pîrozbahî dest pê bike qada pîrozbahiyê ji aliyê 4 Toma û 10 maşîneyên zirxî yên polisan ve hat dorpêçkirin û destûr nedan girse kom bibe. Ji ber ku polîsan destûr neda newroz bê pîrozkirin komek ciwan li ber avahiya HDP'ê ya Mamakê kom bûn daxuyani dan. Bi sedan ciwan pankarta "Teqez em dê bi ser bikevin" û "Newroz Pîroz Be!” vekirin û Agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan piştî agirê Newrozê pêxist bê navber siloganên “Newroz Pîroz Be”, “Qesr şer û gel aştiyê dixwaze" û “Bêjin Na” berz kirin. Li vir Endamê Meclîsa HDP'ê Orhan Çelebi li vir axaftin kir û astengiyên l pêş pîrozbahiya Newrozê şermezar kir."
Serokê Komeleya Pir Sultan Abdal a Mamakê Mustafa Demirtaş jî Newroz pîroz kir û helbesta Adnan Yücel a li ser Zindana Amedê nivisandibû xwend.
Piştî daxuyaniyê ciwan daketin qada Abidin Paşa û rê li trafîkê girtin û li vir Agirê Newrozê pêxistin û li dora Agir govend gerandin. Dema ciwanan govend digerand kamyonetek spî mişiya ser koma ciwanan. Lê ciwanan xwe avêtin kêlekê û tiştek bi kesî nehat.
Ciwanan stran gotin û bi fîşekê hewayî dawi li pîrozbahiyê anîn.