Baydemîr: Amed helwesta li dijî zilmê nîşan da

AMED - Rêveberên KCD, TJA, HDP û DBP bi heyeta Ewropa ya ji bo pîrozbahiyên Newrozê hat Amedê re civîya. Berdevkê Koma HDP’ê Osman Baydemîr pîrozbahiya Newroza Amedê nirxand û diyar kir ku Amediyan sekna xwe ya li hemberî zilmê nîşan da.

Rêveberên KCD û TJA HDP û DBP'ê bi heyeta Ewropa ya ji bo pîrozbahiya Newrozê hatin Amedê re civîya. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Berdevkê Koma HDP’ê Osman Baydemîr û parlementerên HDP’ê Dîlek Ocalan, Zîya Pîr û Sîbel Yîgîtalp, Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê bi heyeta Ewropayî re di xwarinê de hat cemhev. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan di bernamêde axivî û diyar kir ku bi tevlîbûna heyeta Ewropayî ya Newrozê yekitiya hatiye afirandin. Gokkan anî ziman ku jin tekoşîna xwe gihiştî wan rojan û wiha axivî: “Jinên bi rihê 8 Adarê ber bi Newrozan ve dimeşin dê azadiyê jî bînin. Em bawerin di sedsala 21'emîn de azadî dê pêş bikev." Berdevkê Koma HDP’ê Osman Baydemîr jî spasiyên xwe pêşkeşî heyeta Ewropayî kir û wiha got: "Gelê kurd bi hatina we keyf xweş bûye. Spasiya herî mezin ya gelê Amedê ye. Newroza Amedê ne pîrozbahî bû, sekna li hemberî zordestî û zilmê bû. Amed azadiyê pêşwazî kir.”

Piştî axaftinan siyasetmedarên kurd bi jinên heyeta Ewropayî re civîyan û tekoşîn û berxwedana jinê nirxandin.