Wêneyê kêlî bi kêlî dema polis ciwan dikuje derketin holê

AMED - Ciwanê ku di sibeha 21'ê Aderê de xwest beşdarî Newroza dîrokî ya Amedê bibe, li ber çavê rojnamegeran ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Li gel şahidiya dehan kesan Walîyê Amedê kuştina ciwanê tazî berovajî kir û îdîa kir ku ciwan bombeya zindî ye. Di wêneyên kelî bi kêlî hatin kişandin de derket holê ku çawa polîs gule berdidin ciwan û wî birîndar dikin.

Di Newroza 21'ê Aderê ya Amedê de ciwanê ku xwest biçe Newrozê pîroz bike ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Polîsan ewil ew dan ber guleyan û bi giranî birîndar kirin. Piştî dereng ambulans hat û ciwan dereng rakirin nexweşxaneyê ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di saetên serê sibê yê 21'ê Adarê de ciwanê ku li kolana Evrim Alataş xwest derbasî qada Newrozê bibe, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Li nokteya kontrolê ya polîsan dema polîsan ciwan rawestand ciwanê ku nêvî dazî bû û ker di destê wî de hebû, di navbera wî û polîsan de niqaş derket. Piştî niqaşan ciwan ji nava polîsan reviya û hin polîsan ji pişt ve gule berhdan ciwan. Polisan gule ji pişt ve berdan ciwan û ew bi girani birîndar kirin. Ciwanê bi girani birîndar bû piştî 10-15 metreyan reviya ket xwar. Pişti ciwan bi giranî birindar bû û li tenişta rê li ber TOMA ket xwar, polîsan dora wî pêça û demek dirêj li erdê hat hiştin. Dema ciwan rakirin nexweşxaneyê ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Polisan wênekeşên rojnamegeran yek bi yek kontrol kir û formant kişand kartên rojnamegeran û wêneyên wan tev jêbir û delîla sûcê polîsan winda kir.

WALÎ BÊYÎ LÊKOLÎN BIKE POLÎS PARAST Û RASTÎ BEROVAJÎ KIR

Beyî dozger biçe cihê bûyerê lêkolîn bike û li cihê xwe daxuyanî da û polîs parast. Walî rastî berovajî kir û wekî ku ciwan bombeya zindi ye nîşan da. Walî îdîa kir ku dema ciwanê bi çante xwest têkeve Parka Newrozê polisan xwestiye li ser wî lêgerîn bikin û ciwan destûr nedaye polîsan. Walî di daxuyaniyê de wiha got: "Li Parka Newrozê ya Navçeya Baglare ya Amedê ciwanê çante li pişt, xwest têkeve qada mîtîngê. Li vir polîsê ewlehiya qadê diparêze, xwest li ser ciwan lêgerîn bikin. Lê ciwan destûr neda û got 'Di çanteyê min de bombe heye. Ez dê we tevan bikujim' û bi kerê êrîşî polîsan kiriye. Piştre ber bi qada mîtîngê ve reviya ye. Li hemû hişyariyên polîsan ciwan kêra destê xwe neavêtiye û reviya ye. Li ser îhtîmala ku ciwan bombeya zindî be û ewlehiya girsê têkeve talûkeyê, polîsan ji piştve mudaxale kiriye. Di bûyerê de ciwan birîndar bûye û piştre bi ambulansê rakirine nexweşxaneyê. Lê şexsê bi guman li nexweşxaneyê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî mijarê Dozgerê Komarê lêkolînek fireh daye destpêkirin.

Li nokteya ku rojnaemger lê bû û bûyer pêk hat, çapemeniyê jî bêyî rastiyê binivîsin daxuyaniya walî esas girt û li ser daxuyaniya walî nûçe çêkirin. Lê wêneyên di bûyerê de hatin kişanin nûçeyên çapemeniyê û daxuyanîya walî pûç dike.

KÊLÎ BI LÊKÎ DEMA POLÎSAN CIWAN BIRÎNDAR KIR DERKET HOLÊ

Di wêneyên ku ketin ber objektîfên wênekêşa dîhaberê derket holê ku bûyer ne wisaye. Dîmen û wêneyên ku kêlî bi kêlî dema polîs ciwan dikujin te dîtin ku polîs çawa ciwan didin ber guleyan. Polisek hişyar dike. Lê polîsêdin ji pişt ve gule berdide. Di wêne de tê dîtin ku ciwan tazî ye û tu çande li ser wî tune ye.

Abdurrahman Gok - dîhaber