AMED - Endamên AK Partiyê yên li Amedê xebatên referandumê dimeşînin, dema bi otobusa hilbijartinê ya AK Partiyê di welatiyan re derbas bûn, girsê bi nîşaneyen serkeftinê ew pêşwazi kirin. Lê endamên AKP'ê jî bi nişaneyên Gurên Boz a MHP'ê bersîv da girsê.
Îtifaqa AK Partî û MHP'ê ku li bajarên rojva yên Tirkiye berdewam dike li Amedê jî kampanya dan destpêkirin. AKP'iyên li Amedê xebatên referandumê dimeşîne, dema bi otobusa AKP'ê ya referandumê di nava welatiyan re derbas bû, welatiyan bi nîşana serkeftinê AKP'î pêşwazî kirin. Lê xebatkarên hilbijartina referandumê yên AKP'ê bi nîşana Gurê Boz ya MHP'ê bersîv da welatiyan û aşkere nîşan da ku kampanya Gurê Boz daye destpêkirin. Otobusa Teşkîlata AKP'ê ya Amedê ku di bin ewlehiya maşîneyên zirxi ya Akrep de xebatên "Erê" dimeşand û li kolana Riha Xarpêtê tûr davêt ev kampanya AKP'ê ket ber çavan. Dema ji otobusê dengê muzîka kurdî bilind dibû û bi kurdî anons dikirin welatiyan li Qada Yenî Halê ya Kolana Rihayê otobus bi nişaneyên serkeftinê pêşwazî kir, endamên AKP'ê ji bi nîşaneya Gurê Poz a MHP'e îtîfak û kampanya xwe nişanî welatiyan dan. Van dîmenên ku ketin ber objektîfan nîşan dide ku AKP û MHP li dijî kampanya "Na" li Amedê kampanya "Erê didin meşandin.