ENQERE - Endamê KESK'ê Cemal Yildirim ku 18 salin di Midûriyeta Muhasebeya Defterdariyê de dixebitî, bi KHK'ê hat îxrackirin. Yildirim ji bo mafê xwe bistine li ber saziyê çalakiya rûniştinê pêk tîne. Li aliyê din endamên KESK'e yên piştgiriyê didin Yildirim ji rastî gefên îxracê tên.
Endamê KESK'ê Cemal Yildirim ku 18 salin di Midûriyeta Muhasebeya Defterdariyê de dixebitî, di 22'ê Mijdara 2016'an de bi biryara KHK'ê ya hêjmar 677'an hat îxrackirin. Yildirim piştî hat îxrackirin li ber avahiya saziya ku lê dixebitî hefteyek berê dest bi çalakiyê kir. Heta niha bi biryarên KHK'ê 3 hezar û 133 endam û rêveberên KESK'ê hatin îxrackirin. Yek ji endamên KESK'ê Yildirim e. Yildirim ku di sala 1998'an de li Maliyê dest bi kar kir 18 salin li vir kedê dide. Di vê pêvajoyê de xebatên Maliye-Sen û biştre xebatên BES'ê yên sendîkayî meşand. Yildirim 2 serdeman bû serokê BES’ê. Dema serokê Şaxa BES'ê bû, ji ber xebatên sendîkayî sewqî Midûriyeta Mal a Sincanê hat kirin. Piştî doz vekir bi ser ket û dîsa vegeriya cihê xwe yê berê. Yildirim ji ber neheqî lê hat kirin gelek dozên tazmînatê vekir û di hemû dozan de beraet bû. Yildirim herî dawî bi biryarnameyê hat îxrackirin. Yildirim, hefteyek e her roj saet di navbera 09.00 û 12.00'an de li be cihê kar çalakiya rûniştinê pêk tîne.
Yildirim anî ziman ku rojekê hat kar dît ku îxrac bûye û wiha got: "Dema ez hatim kar hevalên min got tu hatiye îxrackirin. Ez li bendê bûm ku ez jî di dorê de me. 18 salin ez li vir kedê didim. Tenê çavkaniya min a debarê û xebatê ev der e. Em bi keda xwe dijîn. Divê em keda xwe biparêzin. Ji ber em kedê diparezin em her dem li dijî kedxwariyê di nava têkoşînê dene û em dê dîsa di nava tekoşînê de bin.
MIDÛR GEFAN DIXWE
Yildirim, anî ziman ku ew jî wekî Nuriye Gulmen, Semih Ozakça, Acun Karadag û Veli Saçilik dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û wiha got: "Ji bo ez piştgiriyê bidim wan ez jî hefteyekî tev li çalakiya wan bûm. Niha hefteyek e ez li cihê kar çalakiya rûniştinê pêk tînim. Hevalên min ên saziyê min tenê nahêlin. Lê Midûrê Defterdariyê vê yekê tehamul nake û gefan li hevalên min dixwe. Li qeydên kamerayê neriye û yên piştgirî dane min bi îxracê gefan li wan dixwe. Dixwaze me ji hev qut bike."
Yildirim, anî ziman ku di serî de endam û rêveberên BES û KESK'ê gelek hevalên wî yên sendîkayî wî ziyaret dikin û piştgiriyê didin wî û wiha got: "Gelek hevalên min tên min ziyared dikin. Polîs jî tên ziyareta min bi wêneyan û dîmenan qeyda me digirin û diçin. Dixwazin bi birçîbûnê mirovan terbiye bikin. Lê em dê heta dawî mafê keda xwe biparêzin. Ji roja min dest bi kar kiriye heta niha ez têkoşîna kedê didim ez dê dîsa têkoşîna kedê berdewam bmikin. Divê hemû kedkar di vê pêvajoyê de li malên xwe rûnenên û dakevin qadan têbikoşin."