Derbarê parlamenter Ayhan de biryara 'girtinê'

RIHA - Derbarê Parlamentere HDP’ê Îbrahîm Ayhan de, ligel ku beriya niha îfade daye jî biryara “girtinê” hat dayîn.

Bi îdîaya di civîna 2’yemîn Koma Aştiyê ya ku di Cotmeha 2009’an de ji Deriyê Xabûrê hatin Tirkiyeyê de axivîye derbarê Parlamentere HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan de doz hatibû vekriin û doz li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê hat dîtin.

Di doza ku Ayhan tevlînebû de parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û wiha got: “Dosyaya Ayhan di paketa 3’yemîn a darazê de ye, di dozyayê de bersûcên ku darizandina wan hatiye rawestandin hene, destnedayîna Ayhan heye û ji ber van sedeman divê darizandina Ayhan bê rawestandin.”

Dadgehê ligel ku beriya niha îfadeya wî hatiye girtin jî bi hinceta Ayhan tevlî dozê ne bûye biryara “girtinê” da.