Emîne Ayna hat binçavkirin

AMED - Hevseroka DBP’ê ya berê Emîne Ayna, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevseroka DBP’ê ya berê û parlamentera berê Emîne Ayna, de girtin û binçavkirin. Ayna ku hinceta binçavkirina wê ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a TEM’Ê.

Ayna, hefteya bihûrî ji ber lêpirsînekê li Dadgeha Amedê îfade dabû dozger.

Ayna ku di sala 2007’an de wekî parlamenter hat hilbijartin û ket Meclîsê demekê Hevserokatiya Partiya Civakên Demokratîk û Partiya Herêmên Demokratîk kir.