Kuştina Kemal Kurkut a ji aliyê polîsan ve rastî bertekên mezin hat

AMED - Bertek û nerazîbûna li dijî kuştina xwendekarê Zanîngê Kemal Kurkut ê di roja Newrozê 21'ê Adarê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin mezin dibin. Gelek siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, akademîsyen hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan di hesabê Twitterê de bertekê xwe nişan da û di hastaga #KemalKurkut de a TT de bertek derketin asta herî jor.

Di Newroza 21'ê Adarê ya li Amedê de serê sibê xwendekarê Beşa Muzîkê yê Fakulteya Hunerên Xweşik ê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku xwest biçe qada Newrozê rastî astengiya polîsan hat. Piştî niqaşê polîsan Kemal Kurkut ê nevî tazî li ber çavê çapemeniyê ji pişt ve kuştin. Bertek û nerazîbûnên li dijî kuştina Kurkut di medyaya civakî de derket asta herî jor. Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy di serî de got "Bi gumana bombeya zîndi ye polîsan mudaxale kiriye" û piştî kuştina wî kêlî bi kêlî di wêneyan de hat nîşandan got "Me nexwest wisa encam bibe" û dubare daxuyanî da.

Piştî kuştina Kemal Kurkut di medyaya civakîde hat hastengkirin gelek siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, akademîsyen hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan di hesabê Twitterê de bertekê xwe nişanî kuştina Kemal Kurkut da û polis şermezar kirin. Di hastaga #KemalKurkut de a TT de bertek derketin asta herî jor.
Gelek kesên navdar bertên xwe anîn ziman. Ji çend kesên ku bertekên xwe anîn ziman wiha ne:

Eren Keskin @KeskinEren1: #KemalKurkut Zarokê xweşik, Kuştina te bû AWÊNEYA rastiya te! Te ew li ser sûc zeft kirin!

Umit kivanç @umit_k: Wîjdanê welat ji ciwekî wisa hatiye qetandin, ew cihêku tu dibêj heye du tubîne ku tenê perçeykî bi xwîn maye.

Turkan ELÇİ @turkan_elci: Şahidiya kuştinek tazî ya li ber çavan ku ser wê neyê girtin.

Sezgin Tanrıkulu @MSTanrikulu: Encama hêza bê kontrol mafê jiyanê îhlal kir. Têkildarî vê yekê parvekirina agahniyên şaş veşartinasûc e @TC_Basbakan

Servet Kocakaya @servetkocakaya: Tişta ev zarok kuşt, ne guleya di şerşorê de ye, ya di mejiyê tetîkêş de ye. Divê kuştin ne wisa hêsan be. #KemalKurkut

Ferhat Tunç @ferhatttunc: Duh li ber çavan cînayeta #KemalKurkut pêk hat me hemûyan dît. Em hemû bêdeng û bê bertek man. Me efo bike zarok. Em hemû sûcdar in...

Bahar Demir @bahardemir123: Ez başim tu gahiyan ji memleket bide Hêj bi navê Eşkiya zarokên rûyê esmen dikujin? #KemalKurkut

nuraykaryagmazş @nuraykaryamaz: Mirov dikare har bibe bi rastî jî har dibin #KemalKurkut

Mehmet Emin Aktar @MehmetEminAktar: Dema necezakirin netenê pratîk dibe prensip dîsa kuştin dibe para kurdan. #KemalKurkut

ADR MEDYA @ajansdreklam: Ger ku yên li van dîmenan binerin û bawer bikin 'Bombeya zindî ye' bila wîjdanê xwe kontrol bikin. Ev C İ N A Y E T ! #KemalKurkut

umay umay @umay_umay: Bila polîs bombeya vî zarokê xweşik nîşan bide. Nîşan bide#KemalKurkut

kutLu esendemir @kutLuesendemir: Înfaza bê daraz. #KemalKurkut

Fatih Mehmet Macoglu @KomunistMacogLu: Kuştina li ber çavan a mirovekî ku karibin wî birîndar nekin û bigirin, navê faşizmê yê fermî ye.!! #KemalKurkut

Aslı @amara_ASLI: #KemalKurkut Şehîdê Newrozê! Bi derewa bombeya zindî ji aliyê dewleta Tr ve hat kuştin. Xwendekarê Hunerên Xweşik ê Muzîkê!

İbrahim Aslan @ibo_aslan80: Duh li qada Newroza Amedê bi sedan polîs û bi dehan maşînê zirxî hebûn. Ma nikarîbûn ev ciwanê tazî rawestandina? #KemalKurkut

Gaspar #Hayır @gasparistan: Vê yekê bi navê "Li nokteya polîsê fîlîstînî yên xwestin li Mescidi Aksada nimêj bikin bi şika bombeya zindî hat kuştin" pêşkêşî riyakaran bikin.

Huseyin Aygun @HuseyinAygun62: Li Amedê di nava rojê de hat kuştin. ev zarok. Çima duh hat kuştin?

Ahmet Yıldırım @ahmetyildirihdp: Ger ev hasasiyet nîşanî bombeyên zindî dabûna di 2 salên dawî de bi sedan mirov nedihatin kuştin.

Kemal Göktaş? @kemalgoktas: Ciwanê duh li Amedê hat kuştin, ser wî tazî bû û çante li ser wî tune bû. Beyî guleyan dikaribûn bigirin.