Deriyê Îmraliyê 563 car in li hevdîtina parêzeran tê girtin

STENBOL -Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re, ev 563 care tê redkirin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi astengkirina parêzer, malbat û Heyeta Îmraliyê re didome. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina hefteyî pêk bînin heta niha 563 cari serî li dozgeriyê dane, lê her dem bi hincetên cuda hatin astengkirin. Parêzerên Rêberê PKK’ê Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin hevdîtinê pêk bînin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha nikare biçe Îmraliyê. Dozgerî her dem bi hinceta “Keştî xerabe ye”, “Muxalefeta hewayê heye” destûr nade heyet, parêzer û malbatê, da bi Ocolana re hevdîtin pêk bînin.

Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê parêzerên Ocalan 59 caran serî li dozgeriyê dan, lê dozger her dem serlêdan red kir. 54 caran serlêdana parêzeran bi biryara Dadgeha Înfaza Cezayê ya Bûrsayê hat astengkirin.

Dozger ji bilî vê yekê carekê bi hinceta “Keştî xerabe ye”, 2 caran bi hinceta “Dema şert û merc çêbûn dê agahî bê dayîn” û carekê jî “Ji aliyê dadgehê ve serlêdan xistin nava kar” serlêdan hatin astengkirin. Serlêdanên parêzeran ji 2011’an heta niha bi giştî 563 carî hatiye astengkirin.

Ji 6’ê Cotmeha 2014’an heta niha malbat û wasiyê Ocalan jî 119 caran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirine. Lê serlêdanên malbatê jî bi heman hincetê hatin astengkirin. Serlêdana malbatan a Çarşem û Înê roja duşemê dîsa hat astengkirin.

MALBATÊ HERÎ DAWÎ DI 11’Ê ÎLONÊ HEVDÎTIN PÊK ANÎ BÛ

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan herî dawî li ser bertekên civakê ya li dijî hikûmetê di 11’ê Îlonê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê hevdîtinê dîsa têkiliya Ocalan û derve bi tevahî hat qutkirin.