'Tûxleyên dojeheke tirsnak tên raxistin'

STENBOL- Nivîskar Sîbel Oz, pêkûtî û çewsandinên nivîskar û rojnameger rastî wan tên wek "Tûxleyên dojeheke tirsnak tên raxistin" wesfand û got, girtîgeh gelek nivîskarên navdar û serkeftî digihîne.

Nivîskar Sîbel Oz, li Tirkiyeya ku 144 rojnameger girtîne çewisandin û pêkûtiyên nivîskar û rojnameger rastî wan tên ji dîhaberê re nirxand. Oz diyar kir ku, îktîdar dixwaze bi çoyê girtinê li wêjekar û nivîskaran bide û got, ya ku tê cezakirin ne şexs e sekna muxalif û polîtîk e. Oz dest nîşan kir ku, her kesê ku gotina xwe dinivîse û muxalefetiyê dike dixin girtîgehê û anî ziman ku, li vir dixwazin vê peyamê bidin: "Heke hûn xwe ji derdora kesên mafên wan tên xwarin dûr nexin û der barê pirsgirêka kurdî de dev ji nivîsandinê bernedin, hûn ê bi dardarkirinê bên cezakirin, wê dengê we bê tepisandin."

Oz vegot, ji berê de wêjekar û nivîskar bi çewisandinan re rû bi rû ne û wiha domand: "Girtîgeh gelek nivîskarên navdar û serkeftî gihandin. Ji girtîgehan gelek nivîskarên sor î eşqer derketin. Piştî Necmiye Alpay 4 salan li Girtîgeha Mamakê ma, wek zimannas derket. Ez bawerim ku, wê nivîskarên liv ir jî bihêztir derkevin. Ev jî şerma ew kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin bi xwe ye."

‘ERDOGAN HENEKÊ XWE BI MIROVAN DIKE'

Oz gotinên Serokomar Tayyîp Erdoganî yên "Tirkiye serdemên xwe yî herî azad dijî" jî nirxandin û wiha got: "Dema Erdogan dibêje azadî, serdema Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de yên li gor kêfa xwe derxist û OHAL'a ku li gor kêfa xwe dema wê dirêj kir qest dike. Her wiha di vê serdemê de, henekê xwe bi mirovên ku bi aqilane tevdigerin dike." Oz anî ziman ku, azadî berovajî bûne û got, ji bo mamoste, nivîskar, rojnameger, akademîsyen û xwendekaran azadî tune ye.

Oz a ku got, "Tûxleyên dojeheke tirsnak tên raxistin" ragihand ku, gelek derdor ji îcraatên îktîdarê ne razî ne.

Oz dest nîşan kir ku, li gel qirkirin û êrîşên li rojavayê Tirkiyeyê jî mirov jiyana xwe yî luks didomînin û wiha axivî: "Bi rastî jî divê gelê Tirkiyeyê dev ji vê berde. Divê xwedî li mamoste, nivîskar, zarokên xwe û pêşeroja xwe derkeve. Çimkî êdî behr qediya."

RAPELIKÎNA SIYASETA RASTGIR

Oz li cîhanê rapelikîna nêrîna siyasî ya rastgir jî nirxand û wiha domand: "Tişta min rihet dike ev e ku, cîhan ber bi atmosfereke kapîtalîst ve diçe. Em li Rojhilata Navîn dijîn, lê Rûsya, Ewropa, Amerîka dikevin serdemeke nû ya kapîtalîst, rastgir û tarî. Beriya Şerê Cîhanê yê 2'yemîn ev siyaseta rastgir hatibû astengkirin. Lê piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn cîhan veguherî û bû cihê rêzegezên demokratîk. Sed mixabin dîrok wisa bi pêş ve diçe. Em dibînin ku, ev ne rewşeke ku xwemaliya Tirkiyeyê ye, li Tirkiyeyê sermayedar bi hêrsa nûbûnê gelek tiştan dikin. Wê vê carê jî mirovahî bi awayekî zaf hişyar tevbigere. Bi ya min wê li cîhan û Tirkiyeyê mirov biteqin."