‘Divê ji bo komkujiya Sûr û Cizîrê lêborîn bê xwestin'

DERSIM - Serokwezîr Binali Yildirim, li mîtînga Dersimê diyar kiribû ku divê CHP ji bo komkujiya Dersimê lêborînê bixwaze. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu gotinên Yildirim nirxandin û diyar kir ku, beriya her hilbijartinê AK Partî tim manîpulasyonan ike û wiha got: "Heke lêborînxwestinek hebe, divê Yildirim ji bo komkujiya duyemîn a Dersimê ya li Cizîr û Sûrê lêborînê bixwaze."

Duh Serokwezîr Binali Yildirim li Dersimê mîtîngek li dar xist û gelek kes ji bo mîtîngê ji derve anî bûn bajêr. Yildirim di mîtîngê de wiha gotibû: "Niha ji bo hevrûbûna wan rojan divê em wê şermê rabikin, em êşên paşerojê bicebirînin. Ji bo vê em ji serokê partiya muxalefeta sereke, ji Kemal Kiliçdaroglu re dibêjin 'Xwerexneyekê bide, bi xwerexneyekê, em careke din wê wehşeta li Dersimê têxin rojevê', lê ditirse navê wê jî bîne ser ziman." Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu van gotinên Yildirim nirxandin û got, tenê ne serokwezîr, AK Partî dema ditengije hin tiştan manîpule dike û lêborînên berê bi bîr dixe.

‘TIŞTÊN LI DERSIMÊ PÊK HATIN Û YÊN LI CIZÎR Û SÛRÊ PÊK HATIN HEMAN TIŞT IN'

Onlu wiha got: “Dema em rastiya, lêborîna komkujiya 38'an a Dersimê berawirdî yên îroyîn bikin, di 38'an de li Dersimê mirov di şikeftan de hatin qetolkirin, lê îro jî li Cizîr, Sûrê mirov di jêrzemînan de tên qetilkirin. Berê temenê mirovan biçûk û mezin dikirin û ew bi dar ve dikirin, îro jî cenazeyê Dayika Taybet bi hefteyan li nêv kuçeyan tê sekinandin. Di 38'an de li Dersimê mirov dihatin qetilkirin, îro bi hefteyan nahêlin pitika 35 rojî bê definkirin û di sarincan de tê sekinandin."

Onlu, dest nîşan kir ku sedema komkujiya Dersimê ew bû ku mirov dixwastin xwe bi xwe bi rê ve bibin û got, li Cizîr û Sûrê jî ji ber ku gel xwest xwe bi xwe bi rê ev bibe hat qetilkirin. Onlu wiha axivî: "Pergala 95 saln îro AKP'ê, Qesrê welidandiye. Dibêjin heke lêborînxwestinek bivê, divê ji bo komkujiya 38'an a Dersimê bê xwestin. Sedema komkujiya 38'an ew bû ku, li Dersimê gel dixwest xwe bi xwe bi rê ve bibe. Li dijî yek ziman, yek nasnameyê dixwest xwe bi rê ve bibe. Lê komkujiya li Cizîr, Sûrê encama çî ye? Li Cizîr û Sûrê jî gel dixwest xwe bi xwe bi rê ve bibe. Komkujî di demên cuda, lê bi heman ferasetê hatine kirin. Lê mafekî Serokwezîr ê ku avahiyek rexne bike û xwe li derveyî wê bigire tune ye. Berkesê wê, berdewamiya komkujiya Dersimê ya 95 salan e. Cudahiya wê çî ye? Rejîma 95 salan jî yekşefî bû, îro jî dîktatoriya yekzilamî welidandiye."

‘DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYA CIZÎR Û DERSIMÊ BÊ DAYÎN'

Onlu, anî ziman ku Serokwezîr Binali Yildirim li Dersimê dibêje ew muxatabê gotinên dibeje bi xwe ye û wiha domand: "Muxatabê çî ye. Muxatabê komkujiya piştî 95 salan e. Muxatabê komkujiya li Cîzîr û Sûrê ye. Heke lêborînxwestinek bivê, divê ji bo komkujiya duyemîn a Dersimê ya li Cizîr û Sûrê bê xwestin. Heke hesabpirsînek bivê, divê hesabê komkujî û wehşeta ku sal û nîveke di bin navê OHAL'ê de li Kurdistan û Tirkiyeyê dike bide."