ÎZMÎR - K.S û E.T. yên ku tora tiryakê ya li Taxa Gedîzê ya ku gelheya kurdan lê zêde ye vegotin, diyar kirin ku tiryakfiroş û maddefiroş ji aliyê polîsan ve tên zanîn, lê belê ji dêvla polîs mudaxileyî tiryakfiroşan bike, wan diparêzin.
Li Taxa Gedîzê ya Bûcaya Îzmîrê tora tiryakê ya ji bo ciwanên kurd çêkirine, derket holê. Li gel ji sedî nodê ciwanên Taxa Gedîzê pêgirên tiryakê ne jî û her çiqas navnîşan û cihwarên ku tiryak lê têne firotin ji aliyê niştecihên semtê tê zanîn û tên îxbarkirin jî, tu mudaxile nayên kirin. K.S. û E.T. yên tora tiryakê vegotin ragihandin ku, polîs bi zanebûnî çav li firotina tiryakê digirin.
'DI 14 SALIYA XWE DE MIN DEST BI TIRYAKÊ KIR'
K.S. (18) diyar kir ku, di 14 saliya wî de tiryak hînî wî hatiye kirin û 2 meh berê dev ji bikaranîna tiryakê berdaye û dest nîşan kir ku, wî tiryaka ewil li Taxa Gedîzê ji Roman Yûsûfê temenê wî li derdora 30 ye kiriye. K.S. diyar kir ku, kesê bi navê Yûsûf hîn jî li taxê tiryakê difiroşe û wiha got: "Yûsûf esrara ji bo cixareyekê bi 10 TL'yî difiroşe."
‘POLÎS MUDAXILE NAKIN'
K.S. anî ziman ku, kesê bi bernavê ‘Yadîgar’ ê edeneyî û kesê bi navê Firat(25) ê bi bernavê "canpolat" li taxê tiryakê difiroşin û wiha got: "Vana li Taxa Gedîzê tiryakê li qata yekemîn a mala xwe yî kesk û şîn a 3 qatî difiroşin." K.S. anî ziman ku, wî li taxê dîtiye tiryakfiroş Yadîgar û Firat bi polîsan re sohbet kirine û wiha got: "Polîs li ser rêya ku mala ku Yadîgar û Firat tiryakê lê difiroşin tim disekinin. Kesên li avahiyê tiryakê dikirin binçav dikin, lê mudaxileyî avahiyê nakin."
‘POLÎS TIRYAKFIROŞAN DIPARÊZE'
K.S. dest nîşan kir ku, li Taxa Gedîzê kesê bi navê Mefaîl (50) tevî malbata xwe li avahiyeke 2 qatî ay wek înşaatê eroînê difiroşe û wiha axivî:"Beriya salekê ji ber eroînê difirşe, niştecihên taxê xwestin agir bi malê bixin. Lê polîsan nehişt û bûn asteng. Me gelek caran dîtiye polîsan Mefaîl û malbata wî parastiye." K.S. anî ziman ku, ji bo hemû zarok û ciwanên taxê hînî eroînê bibin Mefaîl eroînê bi 5 TL'yî difiroşe û ragihand ku, piştî ciwan hînî eroînê dibin, Mefaîl ji bo bikaranîna carekê eroînê bi 20 TL'yî difiroşe.
‘ZAROKA 9 SALÎ BÛ PÊGIRA BONZAIYÊ'
K.S. ragihand ku, bonzaî û jameyîka ji Konaka Îzmîrê tê û got, li Çîmentepeyê kesê bi bernavê 'Kûşçû' bonzaiyê bi 10 TL'yî difiroşe û wî jî beriya du meh û nîvan ji 'Kûşçû' bonzaî kiriye. K.S. dest nîşan kir ku, li Taxa Gedîzê bonzaî belvabûye û got, li taxa wan keçikeke 9 salî bûye pêgira bonzaiyê.
K.S. diyar kir ku, tiryak ji Konya, Denîzlî û Antalyayê tê taxa Gedîzê û ragihand ku, esrar jî ji navçeyên Tîre û Odemîşê yên Îzmîrê tê Taxa Gedîzê. K.S. got, esrara tê jî li taxê belavkariya wê kesên bi navê Mûmîncan Dogan û Emrah Dogan dikin.
‘JI BO TIRYAKÊ ME DIZÎ DIKIR'
K.S. anî ziman ku, wan di ber bonzaî û jameyîkayê de pere nedigihand û wiha domand: "Ji ber tiryakê navbera min û malbatê û hevalê min xera bû. Bi qasî 2 mehan ez li kuçeyan mam. Muhtacî lîreyekê bûm. Ji ber me ji bo tiryakê pere nedigihand, hevalên me dizî dikirin. Min jî ji malê pere didizî." K.S. dest nîşan kir ku, bi zanebûnî tiryakê difiroşin ciwanên kurd û wiha axivî: "Dewlet li ber çavan bi awayekî eşkere ciwanên kurd dihelîne. Êdî naxwazim ciwanên kurd tiryakê bi kar bînin, naxwazim jiyana wan tarûmar bibe."
‘LI HER KUÇEYÊ TIRYAK TÊ FIROTIN'
Li Taxa Gedîzê li qadeke înşaatî dema eroîn dikişand em rastî E.T (21) hatin û got, li Taxa Gedîzê li her kuçe û quncikî eroîn û esrar tê firotin. E.T. yê ji ber eroînê serê wî û destê wî tim dilerizî ragihand ku, yên îxbara tiryakfiroşan dikin jî, baronên tiryakê gefan li wan dixwin û got, li taxa wan kabokên ciwanekeî bi kerane hatine perçekirin.
‘JI SEDÎ 90 CIWAN TIRYAKÊ BI KAR TÎNIN'
E.T. dest nîşan kir ku, li Taxa Gedîzê ji sedî 90'ê ciwanan tiryakê bi kar tînin û got, li taxê her sibeh saet di 11.00'an de firotina tiryakê dest pê dike. E.T. diyar kir ku, kesê bi bernavê 'Kopî' xirama eroînê bi 450 TL'yî difiroşe û li taxan bi firotinê bi wesayîtê dike û got, firotina tiryakê bi awayekî pir rihet bi rêya telefonan tê kirin. E.T. anî ziman ku, kesê bi navê Gokhan jî bonzaiyê bi 10 TL'yî difiroşe û got, li taxê her êvar ciwan ji ber bonzaiyê dikevin krîzê û êrîşî hawirdorê dikin.