Hevşaredarê Bêdarê hat binçavkirin

SÊRT - Hevşaredarê Bajaroka Bêdarê Dijvar Ulaş û endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Kerem Tokat hatin binçavkirin.

Li bajaroka Bêdarê ya navçeya Berwariya Sêrtê di serdegirtinan de Hevşaredarê Bêdarê Dijwar Ulaş û endamê Maclîsa Giştî ya Bajar Kerem Tokat hatin binçavkirin.

Li Bêdarê di 21'ê Adarê de operasyon hatibû kirin deriyê şaredariyê hatibû kilîtkirin. Di vî operasyonê de rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Polîsan bi ser malên Ulaş û Tokat de jî girtibûn.