Îdiaya girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin, rastî îşkenceyê hatin

ÊLIH - Hat zanîn ku, 15 girtiyên ji Kirikkaleyê sirgûnî Balikesîrê hatine kirin ji ber li dijî lêgerîna tazî derketine rastî îşeknceyê hatine û ji wê rojê tu agahî ji wan nayê wergirtin.

Hat zanîn ku, li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyea Balikesîrê girtî rastî lêgerîna tazî û îşkenceya fîzîkî ya gardiyanan hatine. Girtiyên bi navê Xemgîn Dûrak (36) ê ev 10 sal e girtiye bi rêya telefonê êkûtiyên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand û diyar kir ku, ew tevî 14 hevalên xwe ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sirgûnî Girtşgeha Bûrhaniyeyê hatine kirin û ji ber wan lêgerîna tazî qebûl nekiriye rastî îşkenceya gardiyanan hatine.

‘HEKE TIŞTEK BIBE BERPIRSIYAR WEZÎRÊ DADÊ YE'

Malbata wî jî ji ber agahî ji Dûrak wernagirin ji bo piştevnaiya huqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê da. Kekê Dûrak, Abdûlsamet Dûrak anî ziman ku ew ji rewşê bi şik û guman in û wiha got: "Birayên min ev 10 sal e sirgûnê girtîgehên cuda tê kirin û di nav şert û mercên netenduristiyane de tê ragirtin. Piştî vê şideta rastî wê hatiye, em nizanin rewşa wî çî ye. Heke tiştek bi van 15 girtiyên rastî îşkenceyê hatine bê, berprisiyarê wê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag e."

‘BARBARÎ YE'

Dûrak dest nîşan kir ku, li dijî girtiyan îşkence û binpêkirinên mafan ên dijwar hene û wiha got: "Heke hikûmetek dibêje ez xwedî pergaleke bi edlatim, ne yek lê 15 mehkûman bêyî agahiya malbatên wan pê bixe sirgûn dike û mehkûm rastî îşkenceyê tên, ewçax di wê pergalê de barbarî di asta herî jor de ye. Û ev tevger ji barbariyê wirdetir ne tu tişt e."