Ozman: Nûjiyan bi baweriyê rojnamegerî dikir

STENBOL - Damezirînera Koperatîfa Jinê ya Fîlmmorê Melek Ozman, rojnameger Nûjiyan Erhan li Kampa Mexmûrê nas kirine weke jineke rojnamegerî bi bawerî û hezkirinê dikir, jineke li pey azadiyê diçû pênase kir.

Damezirînera Koperatîfê ya Jinê ya Fîlmmorê Melek Ozman a ku li Kampa Mexmûrê ji bo belgefîlmekî bi rojnamger Nûjiyan Erhan a di 3'yê Adarê de di êrîşa komên girêdayî PDK'ê ya li dijî bajaroka Xanesor a Şengalê birîndar bû û piştî têkoşîna jiyanê ya çendekî jiyana xwe ji dest da re hevpeyvîn çêkiribû, Nûjiyan vegot.

'NÛJIYANÊ BI BAWERÎ Û HEZKIRINEKE ROJNAMEGERÎ DIKIR'

Ozman got ku Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) a li navçeya Curnê Reş a Rihayê ji dayik bû û demeke dirêj li Şengalê bi taybetî jî li derûdora Serdeştê ji bo dengê gelê êzidî yên li konan dimînin bigihîje cihanê rojnamegerî kir, di nava rastiya şer de rojnamegeriya jinê kiriye û ev jî gelek karekî zehmet e. Ozman diyar kir ku mirina Nûjiyanê ji bo wê jî gelek zor e û Nûjiyanê bi bawerî û hezkirinê rojnamegerî dikir. Ozman wiha axivî: "Ji ber ev yek weke peywirekî didîtt. Şopandina heqîqetê, ragihandina vî ancax bi hezkirinê dikare bê kirin. Jibilî vî ev kar zehmet e. Ji ber ku bawerî û hezkirina ku min di wê de dît vegotin zehmet e."

'JI BO AZAD BIBE DERKETIBÛ RÊ'

Ozman a gotina "Em hevalên xwe winda dikin ji vî wêdetir tuneye" bi kar anî got ku Nûjiyanê hemû cihan xistiye nava xeyalên xwe. Ozman got ku Nûjiyanê jê re gotina "Ger ku jinek jî azad nebe, ger ku tê eciqandin ez jî azad nînim" bi kar aniye û wiha berdewam kir: "Ji bo heqîqet û tiştên ku bawer dike çûbû wî cografyayê. Bi rastî jî ji bo azad bibe derketibû rê."

'DIXWEST AXA KU JÊ DAYIK BÛYE BIBÎNE'

Ozman diyar kir wan bi hevre qala Denîz Firat a ku dema êrîşên DAIŞ'ê ya li dijî Kampa Mexmûrê jiyana xwe ji dest daye kirine û Nûjiyanê jê re gotiye ku Denîz Firat dixwaze vegera axa ya jê dayik bûye. Ozman di berdewamê de wiha axivî: Dawiya dawî hemû kes dixwaze axa ku jê dayik bûye bibîne. Ew jî... Nûjiyan dema ku qala tiştekî jê xemgîn bûye dikir fêmkirin zehmet bû. Ji ber ku her tim hundirê çavên wê dikeniya. Ji ber vê yekê min hestên wê zêde fêm nedikir. Min fêm nedikir bêriya çi kiriye, hesreta wê çi ye. Nûçeya herî nebaş a cihanê jî bida te dikarî bêyî dilê ke lêde ji Nûjiyanê guhdar bikî. Bi rûkenî dide, we digot qey nûçeyeke baş dideb Vegotina wê zehmet e."

'QALA JINA KU NAVÊ WÊ JIYANA NÛ YE ZEHMETIR E'

Ozman diyar kir ku qala jineke ku navê wê "Jiyana nû ye" kirin zehmetir e û herî dawî jî wiha got: "Xwezî hemû kesan ew nas kiriba. Hemû kes li aliyeke min jî gelek ji Nûnjiyanê hez dikir. Ji ber vê yeke ji bo min gelek zehmet e."