AMED- Pankartên ku li ser "Her dengên Erê ji bo Şêx Saîd û hevalên wî fatîhayek e" nivîsandiye û AKP'ê ji bo referandumê hatiqandibû ji ber nerazîbûna hatin rakirin.
Li Amedê AKP a ku xebatên referandumê bi nîşaneyên MHP'ê ya "gurê boz" bi kar tîne û dike vê carê jî li Walîtay Amedê û Qada Îstasyonê pankarta "Her dengên Erê ji bo Şêx Saîd û hevalên wî fatîhayek e" û li ser wêneyên Serokwezîr Bînalî Yildirim heye daliqand. Pankarta ku bû sedema nerazîbûna di çapemeniya civakî de bû ji rojevên sereke.
Di nava rojê de nerazîbûn di lîsteya Trend Topic (TT) a twitterê di rêza yekemîn de cih girt. Bi taybetî jî parvekirina parlamenterê AKP'ê BUrhan Kuzu yê di 17'ê Adara 2016'an de di hesabê xwe yê twitterê de ya "Hevdîtinên Lozanê dest pê kir, di Konferansa Stenbolê ya pirsgirêka Musilê dihat nîqaşkirin de li Rojhilat alçaxên îsyana Şêx Saîd derxistine îro dîsa heman alçax in" ve nerazîbûn hate nîşandan.
Li ser nerazîbûnan pankarta li Qada Îstasyonê ya Amedê ji aliyê xebatkarên partiyê ve hatin rakirin.