STENBOL - AK Partiyê xwest ku derbarê serokên sindoqan ên CHP û HDP’ê ku dê li 1’emîn Lijneya Hilbijartinê ya navçeya Gungorenê kar bikin de lêpirsîn hene yan na lêkolîn bê kirin.
Ji referanduma 16’ê Nîsanê re roj name, li navçeya Gungorena Stenbolê ji AK Partiyê serlêdanek balkêş li Wezareka Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê hat kirin. Di serlêdanê de hat xwestin ku derbarê serokên sindoqan ên CHP û HDP’ê ku dê li 1’emîn Lijneya Hilbijartinê ya girêdayî Gungorenê ye kar bikin de lêkolîna pê kirin ku derbarê wan de lêpirsînek heye yan na.
Di serlêdanê de … “Derbarê serokên sindoqan ên CHP û HDP’ê yên ku navê wan ji xerabê derketine de ji Serdozgeriya Komarê agahiya derbarê wan de lêpirsîn heye yan na û ger kesên derbarê wan de lêpirsîn hebe em dixwazin ji lîsteyê bên derxistin.”